Mesrûr Barzanî Papayê nû pîroz kir

08-05-2025
RÛDAW
Nîşan Robert Prevost Papa Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Papayê nû kir û got, "Hêvîdar im papatiya wî bi aştî, diyaloga di navbera olan û lihevhatinê were nîşankirin."

Kardînal Robert Prevost îro wekî papayê nû yê Vatîkan û Xirîstiyanên Katolîk ên li çaraliyê cîhanê hat hilbijartin.

Papayê nû Robert Prevost 69 salî yê û ji Amerîkayê ye.

Piştî mirina Papa Francis, Robert Prevost bû Papa 267emîn ê Vatîkanê.

Navê Papayê nû Robert Prevost e û navê Leoyê 14em ji xwe re hilbijartiye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser Xê de Papayê nû Robert Prevost pîroz kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi hilbijartina wî ya wekî rêberê rûhanî yê Dêra Katolîk a cîhanê ez pîrozbahiyên xwe yên ji dil pêşkêşî Papa Leo XIV ê Pîroz dikim.

Hêvîdar im serdema papatiya wî bi aştî, diyaloga di navbera olan û lihevhatinê were bibîranîn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst