Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Serokatiya Rêveberiya Xweser bi amadebûna desteyên Navxwe, Çandinî, Berevanî û Kompaniya pêşxistina civaka çandiniyê û çend desteyên din li Reqayê civiyan û behsa wergirtina genim kirin.
Desteya Serokatiya Rêveberiya Xweser bi amadebûna desteyên Navxwe, Çandinî, Berevanî û Kompaniya pêşxistina civaka çandiniyê û çend desteyên din di civînê de pirsgirêkên li pêşiya wergirtina genimê cotkaran gotûbêj kirin.
Hevserokê Kompaniya Pêşxistina Çandiniyê destnîşan kir, mûsima îsal gelek baş e, guvaşek zêde li ser wan heye û ew dê hemû berhemê cotkaran bikirin û gotinên ku behsa wernegirtina genim ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên belavkirin, ne rast in.
Hevserokê Kompaniya Pêşxistina Çandiniyê Mistefa Ibrahîm got, “Gotinên ku li ser nekirîna dexlûdan a Rêveberiya Xweser têne ne rast in û em ê genimê xelkê bikirin. Genimên xwe nefiroşine bazirganan.”
Hevserokê Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser, Şewqî Mihemed ragihandibû ku tê pêşbînîkirin berhema genim a îsal, 2023yan, li navçeyên Rêveberiya Xweser bigihêje nêzî 1 milyon ton genim.
Sala 2022yan jî, berhema genimê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibû wergirtin nêzî 400 hezar ton genim bû.
Ev yek di demekê de bû ku pêwîstiya navçeyên Rêveberiya Xweser bi bêhtirî 600 hezar ton genim hebû, ango nêzî 200 hezar ton genim kurthanîn di genim de hebû. Lê îsal berhema genim bi qasî 400 hezar tonî bêhtirî pêdiviya wan navçeyan heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse