Geştên rasterast ên di navbera Kurdistanê û Gurcistanê de dest pê dikin

08-06-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Gurcistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekemîn geştên esmanî yên rasterast ji firokexaneyên Hewlêrê û Bexdayê ber bi Firokexaneya Tiblîs a Gurcistanê ku piştî şerê li dijî DAIŞê hatibûn rawestandin, îro dê dest pê bikin.

Wezareta Veguhestinê ya Iraqê îro Pêncşemê 8ê Hezîrana 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, qonaxa yekem a geştên esmanî yên ber bi Gurcistanê ve dê her Pêncşem be kirin.

Wezareta Veguhestinê ya Iraqê destnîşan kir ku ji nû ve destpêkirina geştên rasterast piştî 9 salan ji rawestandinê dest pê dike û di qonaxa duyem de dê hejmara geştan bê zêdekirin jî.

Li gorî rênimayên Wezareta Veguhestinê ya Iraqê, vîzeya Gurcistanê dê 6 meh bin û ji bo wergirtina vîzeyê jî ji 7 heta 10 rojan divê çaverê bî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst