Jin bi destan nokan diçinin: 'Germ e, destên me birîn dibin'

08-08-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê jin bi awayê kevn, bi destan nokan diçinin.

Ji ber hinek zevî asê ne û patoz nikare biçe nav wan, cotkar neçar in bi destan berhemê zeviyên xwe biçinin.

Karkera çinîna nokan Belkis Çetinê li ser zehmetiya karê xwe got:

“Em bi destan diçinin. Gelekî germ e, destên me birîndar dibin lê em ji bo zarokên xwe vî karî dikin.

Debara jiyanê gelekî zehmet bûye. Îsal axa Mûşê bibereket e.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber têkçûna rewşa aborî, debara jiyanê gelekî zehmet bûye.

Jinên karker jî di vê germahiyê de di bin tava germ de bi destan nokan diçinin daku karibin bi dahata wê zarokên xwe xwedî bikin.

Karkera çinîna nokan Fatma Altunê jî li ser zehmetiya çinîna bi destan anî ziman:

“Çinîna bi destan zehmet e lê em çi bikin, ez ji neçariyê ji bo debara jiyanê dixebitim.”

Karkerên jin, bi zeraqa rojê re tên nav zeviyan û heta roj diçe ava nokan berhev dikin.

Deşta Mûşê di çandiniyê de deşteke bixêrûbêr e. Îsal ji ber ku demsala biharê dirêj kir, li wê parêzgehê berhema çandiniyê gelekî baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst