Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Foruma MERIyê derbarê pêwendiyên bi Tirkiyeyê re û bi taybetî pêvajoya çareseriyê daxuyaniyên girîng dan.
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya domandina pêwendiyên dostane kir û destnîşan kir ku ji bo bipêşveçûna pêvajoyê divê PKK gavên berbiçav bavêje.
Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de, bi giranî behsa pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û berpirsyariyên Kurdan ên di pêvajoyê de kir û her wiha bal kişand ser pirsgirêkên li Îraq û Herêma Kurdistanê.
“Tirkiye di pêvajoya aştiyê de cidî ye”
Nêçîrvan Barzanî behsa pêwendiyên bi Tirkiyeyê re kir û got:
“Pêwendiyên me yên dostane bi Tirkiyeyê re hene û em dê van pêwendiyan bidomînin.
Her çend pêvajo hêdî bi rê ve diçe jî, ez di wê baweriyê de me ku Tirkiye di vî warî de cidî ye.”
“Divê PKK hinek gavan bavêje”
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya pêvajoya çareseriyê kir û da zanîn:
“Pirsgirêkeke ku bi salan e didome, bi yekcarî bi dawî nabe.
Ez di wê baweriyê de me ku divê di vî warî de rîsk werin wergirtin.
Ji bo ku pirsgirêk bigihêje encamê, divê PKK hinek gavan bavêje.”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku divê Kurd vê derfeta dîrokî ji dest nedin û wiha axivî:
“Em di vî warî de roleke piştgiriyê dilîzin; divê Kurd vê derfeta dîrokî ji dest nedin.
Peyama Serok Ocalan gelekî zelal e lê Qendîl vê peyamê bicih nayîne.
Ev rewş zerereke mezin dide Kurdan.”
Pirsgirêkên li Îraqê û banga reforman
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser pirsgirêkên birêvebiriyê yên li Îraqê û anî ziman:
“Sedema bingehîn a hemû pirsgirêkên di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de bicihneanîna destûrê ye.”
Barzanî diyar kir ku Îraq ji saziyên birêkûpêk bê par e û bang kir, “Divê saziyên hikûmetê bihêz bin.”
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser pêwîstiya reformên aborî kir û bi gotina, “Îraq nikare salane 6 milyar dolaran ji bo meaşan veqetîne; divê hikûmeta bê reforman bike” amaje bi pêwîstiya bilez a reforman kir.
Her wiha rexne li wan komên ku bi dronan êrişî Herêma Kurdistanê dikin û ji hikûmeta Îraqê mûçeyên fermî werdigirin girt û got ku divê ew kom bên rawestandin.
Tekezî li ser hevpariya partiyên siyasî yên Kurdan
Nêçîrvan Barzanî behsa rola Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) a di hikûmetê de jî kir û bi gotina, “YNK di hikûmetê de ne çavdêr e; beşdareke çalak û hevpar e” tekezî li ser girîngiya yekîtiya siyasî kir.
Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û pêwendiyên herêmî
Nêçîrvan Barzanî behsa mijarên herêmî jî kir û rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nirxand û got:
“Min li gel Ehmed Şer behsa wê yekê kir ku Sûriye bi awayekî navendî nayê birêvebirin.”
Barzanî bangî birêvebiriya Rojavayê Kurdistanê jî kir û da zanîn:
“Me ji birayên xwe yên li Sûriyeyê re got ku biçin Şamê û xwe wekî xwediyê pêvajoya siyasî û xwediyê malê bibînin.”
Nêçîrvan Barzanî rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a di şerê li dijî DAIŞê de jî bi başî nirxand û got, “HSDyê di şerê li dijî DAIŞê de gelek şehîd dan.”
Nêçîrvan Barzanî derbarê pêwendiyên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de jî got:
“Îran ji bo me cîraneke girîng e. Em dê ji bo ti welatan nebin çavkaniya gefê û em dixwazin pêwendiyên baş bi Îranê re deynin.”
#VÎDEO - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Foruma MERIyê axivî:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 8, 2025
🎙️ ❝Şerê navxwe ji çanda Kurdan derketiye❞
🎙️ ❝Asayî ye ku pêwendiyên me yên bi Rojavayê re hinek caran sar bin û hinek caran germ❞
🎙️ ❝Em ji Rojavayê dixwazin ku ew bi xwe karê xwe bikin, nabe ku… pic.twitter.com/a6w2BvhMXg
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse