Hewlêr (Rûdaw) – Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Kanadayê yê Îraqê Christopher Boehm re civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê Balyozê Kanadayê yê Îraqê Christopher Boehm qebûl kir û di civînekê de tekezî li ser bipêşxistina zêdetir a pêwendiyên Kanadayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hat kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Hat ragihandin ku di civînê de her wiha li ser hilbijartinên Parlamentoya Îraqê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û hewlên ji bo avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj hat kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di beşeke din a civînê de behsa derfetên kar û veberhênanê yên ji bo kompanyayên Kanadayî û sektora taybet a li Herêma Kurdistanê hat kirin ku ev yek wekî gavekê ji bo bihêzkirina zêdetir a pêwendiyên aborî tê dîtin.
Asta nûnertiya Kanadayê ya li Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên herêmê û encamên wan jî mijarên din ên civînê bûn.
#VÎDEO - Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Kanadayê yê Îraqê re civiya
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 8, 2025
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê Balyozê Kanadayê yê Îraqê Christopher Boehm qebûl kir#Kurdistan #Canada pic.twitter.com/JqmimrfnKu
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse