Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê kesekî hevjîna xwe ya dayika 11 zarokan bi çifteyê kuşt.
Bûyer îro demjimêrên nîvro li taxa Îskenderê ya navenda bajarê Meletiyê çêbû.
Li gorî zanyariyan, di navbera Abdurrahim Nazin ê 53 salî û hevjîna wî ya 51 salî Ayten Nazin de li malê ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Piştî demekê ji nîqaşê li pev çûn û Aburrahim Nazin bi çifteyê gule berdan hevjîna.
Ayten Nazin a dayîka 11 zarokan bi giranî birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiya Ayten Nazin bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Meletiyê lê tevî hewldanên bijîşkan canê xwe ji dest da.
Abdurrahim Nazin piştî bûyerê ji aliyê polîsan ve hat destserkirin.
Zarokan îfade da
Hêzên ewlehiyê zarokên wan piştî bûyerê birin navendeke polîsan a Meletiyê û wan di îfadeyên xwe de got ku dê û bavên wan hertim di nav malê de şer dikir.
Li gorî amarên Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin, tenê di Çiriya Pêşîna 2023yan de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 34 jin hatine kuştin.
Di 10 mehên destpêkê yên îsal de jî 275 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.
Li gorî heman amaran, di Çiriya Pêşîna îsal de hejmara jinên hatine kuştin li gorî heman meha par ji sedî 88 zêde bûye û piraniya wan jinan jî ji aliyê hevjîn û destgirtiyên xwe ve hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse