Li Bakurê Kurdistanê zarokekî 9 salî bi şaşîtî dayîka xwe kuşt

09-01-2023
RÛDAW
Nîşan Siwêreg Riha Bakurê Kurdistanê Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ve zarokekî 9 salî ku çek di destê wê de hebûye, çek di nav destan de teqiyaye û dayîka xwe kuştiye.

Bûyer derengiya şeva 8ê Çile 2023ê li gundê Zengetîlê yê ser bi navçeya Siwêregê ve çê bûye. Li gorî agahiyan, zarokê 9 salî yê bi navê F.H ku çek di destan de bûye, dema xwestiye bi tifingê wêneyekî xwe bigre bi şaşîtî destê wî ketiye ser tetikê û gule teqiyaye.

Li gor zanyariyan, gule li serê dayîka wî zarokî ya bi navê Guzel H. ya 39 salî ketiye û ew kuştiye.

Li ser agahdarkirinê, tîmên polîs û tendirustiyê bo cihê bûyerê hatine şandin.

Termê Guzel H. bo Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hatiye veguhestin.

Di derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin û hat ragihandin ku cendirmeyan têkildarî bûyerê lêpirsîn bi zarokê 9 salî F.H re kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst