Hewlêr (Rûdaw) - Îro salvegera koça dawîn a Mihemed Elî Xoce ye, yek ji damezrênerên yekem partiya Kurdî li Sûriyê ye.
Yekem partiya Kurdî li mala wî li taxa Ferafire li kêlka koşka Can Polat li Helebê hatibû avakirin.
Sala 1959 ligel Seydayê Cegerxwîn ji îstixbarata Sûriyê xwe vedişêrin û berê xwe didin Başûrê Kurdistanê û ji aliyê nemir Mele Mistefa Barzanî ve tê pêşwazîkirin û li Bexdayê di radioya Kurdî de kar dike.
Sala 1960 û piştî nakokiyên ligel Hikûmeta Iraqê, ligel nemir Mele Mistefa Barzanî vedigere Kurdistanê û dibe fermandarê hêza Pêşmergeyan li Eniya Rojava û di nav Kurdên Başûrê Kurdistanê de bi navê Mamoste Cemîl tê naskirin.
Wî karîbû serkeftinên mezin li dijî artêşa Iraqê bidest bixe.
Piştre vedigere Sûriyê û sala 1965an tê girtin û ji aliyê istîxbaratê ve bi şêweyekî giran tê îşkencekirin, roja 9ê Şibata 1966an koça dawî dike.
Nivîskar Mihemed Hemo ku ew jî wek Mihemed Elî Xoce ji Efrînê ye û Kurdên Elewî di derbarê girtina Mihemed Elî Xoce got “Tevgera Kurdî lê xwedî derneket. Ji ber çi ev kes hate piştguhkirin. Hewqas zana û bihêz bû lê diveşêrin nahêlin rastî derê meydanê. Min ji gelek kes û sekreterên partiyan pirs kir nikarên bersivê bidin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse