Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Erdexana Bakurê Kurdistanê ji ber sir û seqemê gelek pirsgirêk derketine holê.
Herçiqas nîştecihên parêzgehê fêrî zivistana dijwar bûbin jî lê zehmetiyên ku ew rûbirû dimînin jiyana wan a rojane zehmet dike.
Şaredarê wî bajarî dibêje welatî ji bo ku ava nav malan neqerise muslixên xwe vekirî dihêlin û ev yek jî bûye sedema kêmbûna avê.
Serokê Şaredariya Erdexanê Faruk Demîr got:
“Du roj in ava me kêm bûye. Sedema wê ne kêmbûna çavkaniyan e an jî pirsgirêkeke teknîkî ye.
Hem li malan hem jî li 3 taxên me yên ku ajeldarî lê tê kirin bi şevan muslix vekirî tên hiştin. Kêmbûna avê jî ji ber vê yekê ye.”
Şaredar amaje bi wê yekê dide ku avahiyên tên çêkirin li gorî zivistanê nayên îzolekirin û ev jî dibe sedema qerisîna avê.
“Av jiyan e”
Serokê Şaredariya Erdexanê Faruk Demîr anî ziman:
“Av jiyan e, divê em li mala xwe wiha bikin ku av vala neherike. Eger em dixwazin av neqerise em dikarin avê kêm vekin, ji ber mafê hemû kesan di vê avê de heye.”
Erdexan yek ji wan parêzgehên herî sar ên Bakurê Kurdistanê ye û bi sir û seqema xwe tê naskirin.
Li gorî amarên Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê berî hefteyekê li navçeya Çildarê pileya germahiyê 33 pile bin sifirê hat tomarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse