Kobanî di bin dorpêçeke giran de ye, nexweşî belav dibin

2 demjimêr berê
Nalîn Hesen
Nava Kobaniyê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nava Kobaniyê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kobanî Dorpêç Nexweşî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de agirbest heye lê ev 23 roj in ku Kobanî di bin dorpêçeke giran a çekdarên Artêşa Ereban a Sûriyeyê de ye.

Dorpêçê jiyana bi hezaran sivîl û koçberan rûbirûyî karesateke mirovî kiriye û jiyana li bajêr kêlî bi kêlî zehmettir dibe.

Serokê Encumena Xwecihî ya ENKSyê ya Kobaniyê Ednan Bozan beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û rewşa Kobaniyê nirxand.

Ednan Bozan da zanîn ku dorpêç her ku diçe girantir dibe û hemû rêyên bazirganî û alîkariyê hatine girtin.

"Kobanî ber bi karesatê ve diçe"

Ednan Bozan destnîşan kir ku li bajêr pêdiviyên bingehîn ên jiyanê bi tevahî qediyane û got:

"23 roj in Kobanî dorpêçkirî ye. Av, elektrîk û înternet nînin. Di vê zivistanê de sotemenî li bajêr nemaye. Jiyan li vir her ku diçe zehmettir dibe."

Yek ji aliyên herî metirsîdar ên vê dorpêçê, krîza tendurustiyê ye.

Gel ji ber birîna ava vexwarinê neçar maye ava bîran a qirêjî bi kar bîne.

Zarok nexweş dikevin

Ednan Bozan hişyarî da ku ev yek bûye sedema belavbûna nexweşiyan û biland:

"Xelk ava bîran a tiji bakterî vedixwe. Gelek zarokan ji ber ava qirêjî serî li nexweşxaneyan daye û nexweş ketine."

Kobaniyê ji bilî xelkê xwe niha himbêza xwe bo gelek koçberên Kurd re vekiriye ku ji ber êrişan reviyane û xwe spartiye bextê axa xwe.

Ednan Bozan diyar kir ku hebûna koçberan barê bajêr girantir kiriye.

Her wiha amaje bi wê yekê kir ku hewlên bazirganan ên ji bo derbaskirina fêkî û keskatiyê ya bi rêyên qaçax jî hatine astengkirin û doh ew rêyên dawî jî hatine girtin.

Banga Alîkariya Bilez

Wî aliyên pêwendîdar kir ku zextê li hikûmeta Şamê bikin ku pêbendî peymanên hatine kirin bibin.

Bozan di dawiya axaftina xwe de bi xemgînî got:

"Kobanî bajarekî biçûk e û embarên wî yên mezin nînin. Tu gotin nînin ku ez pê êşa xelkê Kobaniyê wesf bikim.

Divê ev dorpêç demildest were rakirin berî ku karesat kûrtir bibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst