Gever dixwaze geştyaran bikişîne deşta xwe: ‘Bila her kes çanda me nas bike’

09-05-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Gever Geştyar
A+ A-

Colemêrg (Rûdaw) – Navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê bi çand û folklora xwe ya resen û qedîm û bi xwezaya xwe ya rengîn cihekî taybet e.

Di salên dawî de rêveberiyên geştyariyê yên navçeyê hewl didin bala geştyaran bikişînin wir.

Bi vê mebestê tîmên govendê yên Rêveberiya Navenda Perwerdeya Gel li nava Deşta Geverê hunera xwe nîşan didin.

Xwendekara Navenda Perwerdeya Gel Rojbîn Karayê got:

“Em ji bo ku govendên xwe bidin nasîn hatin.

Em dixwazin her kes govendên me, çanda me nas bike, deşta me gelekî xweş e.”

Karên nasandina navçeya Geverê bi destê Rêveberiya Geştyariyê û bi hevahengiya Rêveberiya Navenda Perwerdeya Gel, parêzgarî û qaymeqamiyê têne meşandin.

Ji bo ku çanda qedîm a navçeyê winda nebe û neyê jibîrkirin jî li navendan perwerde tê dayîn.

“Em dixwazên nifşe nû jî çanda xwe nas bike”

Mamosteyê Navenda Perwerdeya Gel Muhsîn Renda jî anî ziman:

“Gever xwedî çand û dîrokeke qedîm e. Em jî dixwazin çanda me bê naskirin.

Mixabin gelek caran nifşê nû li dawetan reqsên din dilizîn.

Em dixwazên nifşe nû jî çanda xwe nas bike.”

Li gorî amarên Rêveberiya Geştyariya ya parêzgehê salane derdora 100 hezar geştyar berê xwe didin navçeyên Colemergê ku beşa zêde ji wan xelkê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst