Kerkûk: Erebên hawirde hewl didin zeviyên Kurdan dagir bikin

09-05-2024
RÛDAW
Kerkûk: Erebên hawirde hewl didin zeviyên Kurdan dagir bikin
Kerkûk: Erebên hawirde hewl didin zeviyên Kurdan dagir bikin
Nîşan Kerkûk Erebên Hawirde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê Erebên hawirde yên serdema Beasê hewl didin 50 hezar donim zeviyên Kurdan ji wan bistînin.

Meta Helawê 60 salî ye û hevjîna wî şehîd e.

Erebên hawirde dest daniye ser beşek ji zeviyên wê.

7 sal in Erebên hawirde ew bêzar kiriye.

Helaw Bekira ji gundê Yengîceyê ya Daqûqê ji Rûdawê re got:

“Xelk direviya û me digot em dê vê axê ji Ereban re nehêlin.

Her carê Ereb bi otomobîl û çekan êrişî me dikin, em ji hoparlora mizgeftê bang dikin û xelk wan disekinîne û bi taybetî di demsala dirûnê de dîsan tên êrişî me dikin.”

“300 hezar donim zeviyên Kurdan ji wan standin”

Erebên hawirde hewl didin erdên gundê Yengîceyê yê navçeya Daqûqê bi zorê bi dest bixin.

Serokê eşîra Talebaniyê yê li Kerkûkê Izedîn Talebanî, xwediyê çendîn belgename û tapo û nivîsan e ku mulkiyeta zeviyên xwe diselmîne.

Izedîn Talebanî li ser hewlên Erebên hawirde got:

“Piştî salên 1974 û 1975an serkirdayetiya Encûmena Şoreşê biryarên 824, 369 û 949 derxistin ku zêdetirî 300 hezar donim erdên Kurdan xirab kirin da ku eşîrên Ereb ên parêzgehên başûr û naverasta Îraqê bînin herêmê.”

Parlamentoya Îraqê bi projeyasaya ku du caran hatiye xwendin û li benda pesendkirinê ye dixwaze pirsgirêka zeviyên nakok çareser bike.

Parlamenterê Parlamentoya Îraqê Dara Sêkaniyanî jî li ser pirsgirêka zeviyên Kurdan got:

“Ev pirsgirêk rojane yan jî salane rû didin, nemaze di demsala çandinî û çinînê de.

Pêwîstî bi çareseriyeke bilez heye. Ji ber vê yekê gelek caran pirsgirêk bi awayekî demkî bi rêya serokwezîr tên rawestandin û ev jî dibe sedema dubarebûna wan.”

Beriya 48 salan zeviyên Kurdan ji wan hat standin

Cotkarên Kurd dixwazin bi rêya Dadgeha Federal a Îraqê pirsgirêka zeviyên xwe çareser bikin lê dadgehê 10 rûniştin kirine û heta niha giliyên 10 welatiyên Kurd çareser nekirine.

Beriya 48 salan bi biryarnameyekê bi sedan donim zeviyên cotkarên Kurd ji destê wan hatin standin.

Beşek ji wan wekî diyarî ji Erebên hawirde re û hinek jî li ser wezaretên Îraqê hatin dabeşkirin.

Zêdetirî 20 salan e hewl tê dayîn ku ev biryar were betalkirin.

Heta niha ew biryar nehatiye hilweşandin û giliyên cotkarên Kurd li dadgehan bêencam bûne.

Piştî 16ê Çiriya Pêşina 2017an Erebên hawirde hewl didin zeviyên cotkarên Kurd dagir bikin.

Li nahiyeya Sergeranê li gundê Pelkaneyê heta niha Erebên hawirde 8 gundên Kurdan dagir kirine û ji bo guhertina demografiya herêmê bi dehan Erebên hawirde anîne herêmê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst