Deşta Mûşê: Barana Adar û Nîsanê li çandiniyê hat

09-05-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Baran Deşta Mûşê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Deşta Mûşê ku yek ji deverên herî girîng ên çandiniyê ye li Bakurê Kurdistanê îsal ji ber barana baş çandinî bi dilê cotkaran e.

Mûş bi 165 hezar hektar zeviya yekparçe deşta sêyemîn mezin a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye.

Gelek corên çandiniyê yên wek beqliyat, êm, dexlûdan, giyayên tibî û berhemên fêkî li deştê tên berhemanîn.

Îsal ji niha ve nîşanên berhemekî baş hene.

Serokê Beşa Zanistên Pratîkê yê Zanîngeha Mûşê Prof. Dr. Yaşar Karadag anî ziman:

“Di vê demê de li vê navçeyê baraneke baş bariya. Niha li vir nîşanên hişkesaliyê nînin.

Barîna baranê girîng e ji ber bandorê li fotosenteza nebatan dike.

Dem û kalîteya baranê jî girîng e. Eger li ser hev baraneke gur bibare zevî diwerime û avê nakişîne, av li ser erdê diherike.

Lê li Mûşê di mehên Adar û Nîsanê de baraneke hûr û baş bariya, ev jî ji bo hemû corên çandiniyê baş bû, em li bendê ne berhemê îsal gelekî baş be.”

“Îsal baran baş bariya”

Piraniya xelkê Mûşê dahata wan li ser çandinî û ajeldariyê ye.

Cotkarên Mûşê dibêjin par ji ber ku baran kêm bariya û hişkesalî bû berhemê çandiniyê xirab bû lê ew li bendê ne îsal qerebûya par jî bikin.

Cotkar Engîn Çoban jî got:

“Îsal baran baş bariya. Berhemê genim û cehê me îsal baş e. Em ji berhemê îsal razî ne. Par berhem ne baş bû lê îsal baş e.

Min îsal 130 donim genim çandiye û ez dixwazim li 80 donimê jî silkan biçînim. Ev pîşe ji bav û bapîran ji me re ma ye.”

Li Deşta Mûşê 357 hezar hektar zevî tê çandin.

Ji wê 140 hezar hektar genim, 34 hezar hektar ceh, 12 hezar hektar silk, 3 hezar hektar garis û 57 hezar hektar jî êmê ajelan tê çandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst