Deşta Mûşê bi laleyan sor û gevez bû

22-04-2024
RÛDAW
Nîşan Deşta Mûşê Lale
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw - Li bajarê Mûşê laleyên ku emrê wan qasî sê hefteyan e, Deşta Mûşê sor û gevez kir.

Laleyan deşta Mûşê xemilandiye û dilê welatiyan xweş kiriye.

Welatiyên ku dîtin deşt bi laleyan sor û gevez bûye ji bo wêneyan bigirin berê xwe da kulîlkan.

Welatiyê bi navê Murat Kaymaz got laleyên ku her sal di vê demê de şîn dibin dîmenên xweş derdixin holê.

“Bila lale bên parastin”

Kaymaz anî ziman ku her sal ji parêzgehên cuda gelek kes ji bo dîtina laleyan diçin wî bajarî û got:

"Em dixwazin mêvanên me yên ku tên bajêr derbarê parastina Laleyên Mûşê de hesas tevbigerin.

Emrê van laleyan yên ku piştî berf dihele şîn dibin û deşta me dixemilînin kurt e.

Em tên û vê şahiya dîtbarî qeyd dikin."

Yusuf Turunç ê ji gundê Karakuyuyê jî wiha got:

"Mirov ji bo dîtina laleyan tên gundê me. Em gelekî kêfxweş in.

Em ji mêvanan dixwazin ku bila laleyan berhev nekin.

Erdên gundê me bi sor gevez bûne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst