Leyla Zana: Awayê nû yê têkoşînê berpirsiyariyên nû li ser milên me bar dike

09-05-2025
Nîşan Leyla Zana PKK Kongre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê ragihand ku lidarxistina kongreya PKKyê berpirsiyariyên nû li ser milê her kesî bar dike.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) eşkere kir ku wê 12emîn kongreya xwe bi awayekî serkeftî li dar xistiye.

PKKyê li ser kongreyê got: “Kongreya 12emîn a PKKyê di navbera 5-7ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hat lidarxistin.

Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hat pêkanîn."

Leyla Zanayê piştî vê yekê bi rêya hesabê xwe yê Xê postek belav kir.

Leylayê amaje bi “şêwaza nû ya têkoşînê” kir û anî zimên:

“Serdema nû, hêviyên nû, awayê nû yê têkoşînê berpirsiyariyên nû li ser milê me hemûyan bar dike.

Divê em bi vê zanebûn û hestyarî nêzîkî siberojên demokratîk, wekhev, dadperwer û azad bibin.

Di bin ronahiya van hest û ramanan de, ez hêvîdar im ku ev ji bo erdnîgariya me bi xêr be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst