Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewagê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di şerê bi kêran ê kurapan de Hasarî Aksungur (43) mir û birayê wî Mehmet Aksungur (45) jî birîndar bû.
Li gorî angaştan, şevê din li gundê Hincîrliyê yê Hewagê, ji ber sedemeke nediyar di navbera pismanan de nîqaş derketiye ku demeke navbera wan ne xweş bû.
Piştî demeke kurt nîqaş zêde bû û pismam bi kêran bi nav hev ketin.
Di şer û pevçûnê de Hasarî û birayê wî Mehmet di nav xwînê de man û ketin erdê.
Dema kurapên Hasarî û Mehmet ji cihê bûyerê reviyan, xelkê gund aliyên pêwendîdar agahdar kirin û cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîman du birayên birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Hewagê lê Hasarî Aksungur li nexweşxaneyê mir.
Tê gotin ku rewşa Mehmet Aksungur jî giran e û tîmên tenduristiyê ew rakiriye Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akif Înanê.
Piştî bûyerê cendirmeyan 4 kes desteser kirin ku tevlî şer bûbûn û ji cihê bûyerê reviyabûn.
Lêpirsîna derbarê bûyerê berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse