Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Altan Tan li ser peyama Abdullah Ocalan got, “Axaftina Ocalan tiştekî nû li xwe nagire. Tiştên ku 12 sal berê gotibûn dubare kirin. Mixabin ev 12 sal vala çûn.”
Tan her wiha diyar kir ku yek ji xalên girîng ên dema nû ji nû ve restorekirina DEM Partiyê ye û got, “Pêwîst e DEM Partî ji nû ve were avakirin, divê xwe nû bike.”
Siyasetmedarê berê yê HDPyê Altan Tan beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser rojevê bersivandin.
Altan Tan pirsa li ser peyama vîdeoyî ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a ku piştî 26 salan cara ewil hat weşandin û îro bi raya giştî re hat parvekirin, bersivand û anî ziman:
“Axaftina Ocalan tiştekî nû li xwe nagire. Tiştên ku 12 sal berê gotibûn dubare kirin.
Mixabin ev 12 sal vala çûn. Abdullah Ocalan sê tiştan dibêje:
Ya yekem, sedema hebûna PKKyê înkarkirina Kurdan bû, niha ev înkar ji holê rabûye.
Ya duyem, ji bo maf û hiqûqa Kurdan dema çekan derbas bûye. Îro êdî em dê bi rêyeke demokratîk têkoşînê bimeşînin.
Ya sêyem jî dibêje ku daxwaza me ya dewleteke neteweyî ne mimkun e, ne rast e.
Ji ber van hemûyan em dê jiyaneke nû li ser bingeha dostaniyê ava bikin.
Bi kurtasî, tiştên ku 12 sal berê gotibûn dîsa anî ziman.”
“Hîn maf û daxwazên Kurdan ji sedî 100 nehatine naskirin”
Tan gotinên Ocalan ên wekî “înkarkirina Kurdan ji holê rabûye” nirxand û anî ziman ku divê Kurd mafên xwe bi dest bixin û nasnameya xwe bi awayekî legal biparêzin.
Siyasetmedar Altan Tan wiha pê de çû:
“Belê, îro înkar ji holê rabûye lê hîn maf û daxwazên Kurdan ji sedî 100 nehatine naskirin.
Ji niha û pê ve pêwîst e têkoşîneke nû dest pê bike.”
“Bêyî dengên Kurdan kes nikare bibe desthilatdar”
Altan Tan li ser dengên ku DEM Partiyê ji Kurdan distîne û hêza wê da zanîn:
“Rêya ku divê mirov bimeşe gelekî dirêj e. Îro nêzîkî 12-13 milyon dengên Kurdan hene.
Yanî nêzîkî 20 milyon Kurd li Tirkiyeyê dijîn.
Kurd dikarin bi vê rêjeya dengan mizakereyê bikin.
Bêyî dengên Kurdan kes nikare bibe desthilatdar, kes nikare bibe serokkomar.”
Siyasetmedarê Kurd Altan Tan li ser pirsa, “Gelo di vê dema nû de partiyên nû dê werin avakirin? Bi taybetî di nava Kurdan de ji bilî DEM Partiyê partiyên alternatîf ên Kurdan dê derkevin?” jî wiha bersivand:
“Bê guman îhtimaleke wiha heye. Di rewşa heyî de jixwe gelek partiyên Kurdan hene.
Dibe ku partiyên nû jî werin avakirin lê tiştê herî girîng û gotina Ocalan jî di vî alî de ye pêwîst e DEM Partî ji nû ve were restorekirin.
Pêwîst e DEM Partî ji nû ve were avakirin.
Bêyî Sosyalîzm, Marksîzm û tevgerên dijberî çanda Kurdî, divê li gorî Kurdan ji nû ve avakirin çêbibe.
Divê DEM Partî xwe restore bike.”
“Hikûmet dixwaze partiyên din jî îqna bike”
Tan li ser pirsa komîsyona ku tê plankirin li Parlamentoya Tirkiyeyê were avakirin jî da zanîn:
“Li gorî ku ez dibînim, hikûmet dixwaze partiyên din jî îqna bike.
Dixwaze çend gavan biavêje, ji bo avêtina van gavan jî dixwaze hemû gelê Tirkiyeyê îqna bike û bibêje, binêrin em bi hev re her tiştî dikin.
Dixwaze bibêje, ev ne tenê ya AK Partî û MHPyê ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse