Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê got, “Paşeroja Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê jî garantî dibe."
Pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê didome.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ji bo pîrozbahiyê peyameke vîdeoyî şand.
Îlham Ehmedê di peyama xwe ya ji bo Newroza Amedê de got, "Her ku pêvajoya siyasî ya li Bakurê Kurdistanê bi pêş dikeve, paşeroja Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê jî garantî dibe."
Peyama Îlham Ehmedê wiha ye:
"Gelê Kurd ê hêja û birûmet, cejna we pîroz be. Ji Qamişloyê heta Amed, Hewlêr û Mehabadê, Newroza tevahiya gelê Kurd pîroz be.
"Me dît ku em ne bi tenê ne"
Me li Rojavayê Kurdistanê salên şoreşê yên gelekî giran derbas kirin. Bi têkoşîna gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê û bi piştgiriya hêja ya gelê me yê ji her devera Kurdistanê destkeftiyên mezin çêbûn.
Me encamên gelekî girîng derxistin holê. Em bi hêvî bûn ku em van serkeftinên xwe di astên bilind de tacîdar bikin, bi yasa, qanûn û bi fermîkirinê. Lê mixabin rewşên girantir hatin serê me.
Careke din, di van rewşên giran de me dît ku em ne bi tenê ne.
Me dît ku gelê me yê ji her parçeyê Kurdistanê li pişt me û li kêleka me ye. Ji bo vê piştgiriyê em we hemûyan careke din silav dikin.
"Newroza 2026an dê bibe Newrozeke nû"
Sala 2026an bi destpêk û Newrozeke nû tê.
Wekî ku di dîroka Kurdan de Newroz bû roja xelasiyê û roja nû ji bo tevahiya gelên Mezopotamyayê, îro em careke din dibêjin ku dê Newroza 2026an ji bo tevahiya gelê Kurd bibe Newrozeke nû.
Em di wê baweriyê de ne ku pêvajoya aştî û çareseriya siyasî û demokratîk a ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye, dê bibe pêvajoyeke çareseriya siyasî ya mafên gelê Kurd ên li Tirkiyeyê.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî careke din pêvajoyeke nû heye. Li hemberî rejîma ku bi salan e Kurd birin sêdarê, êdî dem bi dawî dibe û serdemeke nû dest pê dike. Ev serdem, serdema tifaq û yekîtiya gelê Kurd e.
Li Başûrê Kurdistanê jî parastina destkeftiyan û parastina şoreşa wê derê, careke din erka tevahiya gelê Kurd e.
"Dîrok dê careke din were nivîsandin"
Di vê çarçoveyê de parçeyê herî mezin ê Kurdistanê Bakur e.
Hejmar û potansiyela herî mezin li Tirkiyeyê ye. Bi qasî ku Kurd piştgiriyê bidin hev û bi hev re bihêz bin, dê dîrok careke din were nivîsandin.
Li hemberî wan hemû pergalên ku bi salan e Kurd bêmaf hiştine, mafên wan çewisandine, bêîrade kirine û li derveyî pergalê hiştine, dê gelê Kurd bibe xwedî hêz û îrade.
Baweriya me ew e ku tevî hemû zor, zehmetî û dijminatiya li hemberî Kurdan, dê Kurd wê hişmendî û îradeyê careke din nîşan bidin û jixwe nîşan jî didin.
Pratîka vê yekê heye. Roj bi roj zanist, îrade û hêza Kurdan derdikeve holê.
"Qonaxa herî zehmet avakirin e"
Ji bo civaka Kurdistanê û bi temamî ji bo gelên ku li ser axa Kurdistanê dijîn, qonaxa herî zehmet a şoreşê avakirin e.
Em li Rojavayê Kurdistanê di qonaxa avakirinê de ne. Her wiha li Bakurê Kurdistanê jî qonaxa avakirinê ye.
Parçeyên din ên Kurdistanê jî di van qonaxan de ne. Ji aliyekî ve şoreşkirin e, ji aliyê din ve jî avakirin e. Di qonaxa avakirinê de rola jinan gelekî girîng e.
Jinan ev yek hem di dîrokê de nîşan daye hem jî di roja me ya îro de rola jin û ciwanan zêdetir derdikeve pêş.
Bi qasî ku jin û ciwan xwedî ked û fedakariyê ne, ew dê di avakirinê de jî bibin xwedî rol.
"Paşeroja Kurdan dê garantî bibe"
Li ser vî esasî, her ku li Bakurê Kurdistanê ev pêvajoya çareseriya siyasî bi pêş dikeve, ew qas jî paşeroja Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê garantî dibe.
Hêza Kurdên li Bakur hêzeke mezin e. Dema ku dikeve tevgerê wekî lehiyê diherike. Ji ber vê yekê tevlîbûna vê pêngavê dê aştî û demokrasiyê bigihîne serkeftinê.
Em keda ku Rêber Apo heta niha daye û dide bi dilgermî silav dikin. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve, pêngava siyasî dest pê bike û bibe yasayî, divê hemû derfet bikevin xizmetê.
Em we careke din silav dikin û Newroza we pîroz dikin. Em bawer in ku salên paşerojê dê bibin salên hebûna Kurdan û misogerkirina maf û serweriya wan.
Di vê çarçoveyê de ji bo ku di nav aramî, xweşî û aştiyê de hemû girtiyên siyasî werin berdan, têkoşîna herî bilind tê meşandin. Em cejna wan jî pîroz dikin. Her wiha cejna hemû dayîk, jin û ciwanan pîroz dikin."
#VÎDEO - Îlham Ehmed: Mê têkoşîneke gelekî mezin da û me encamên girîng derxistin holê lê mixabin rewşên giran bi ser me de hatin lê me dîsa dît ku gelê Kurdistanê li kêleka me ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 21, 2026
🔥 Îlham Ehmed bi sînevîzyonê beşdarî Newroza Amedê bû#Newroz #Amed pic.twitter.com/JPltcJ5dOy
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse