Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji ber germa zêde rêjeya nexweşên çavan zêde bûye û bijîşk hişyariyê didin ku kes nîvro dernekeve derve.
Birêvebirê Beşa Nexweşiyên Çavan a Zanîngeha Herranê û Bijîşk Muslum Toptan derbarê nexweşiyên çavan diyar kir ku bi taybetî karkerên demsalî yên çandiniyê ji ber germa zêde rûbirûyî metirsiya nexweşiyên katarakt û xala zer dibin.
“Di germê de dermekevin”
Her wiha amaje bi wê yekê da ku ji bo karkerên çandiniyê rûbirûyî nexweşiyên çavan nebin divê di dema kar de tedbîrên pêwîst wergirin û biland:
“Divê karkerên demsalî yên çandiniyê berçavka tavê û kum bi kar bînin.
Her wiha divê di demjimêrên herî germ ên rojê de ku bi taybetî tîrêjên rojê bihêz in dermekevin derve.
Ev ji bo tenduristiyê gelekî girîng e. Di demjimêrên serê sibehê yan jî hênikiya êvarê de derkevin. Ji bo tenduristiya çavan dê baştir be.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse