Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) Myles Caggins ragihand ku heta peymaneke nivîskî neyê îmzekirin, kompanyayên endamê wan petrolê hinarde nakin.
Myles Caggins ji Rûdawê re da zanîn ku heta peymaneke nivîskî bi Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re neyê îmzekirin kompanyayên endamê APIKURê amade nînin dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bikin.
Caggins tekez kir ku heta berpirsiyarî û mekanîzmayên dayîna mafên darayî yên kompaniyan di peymanê de zelal nebin, ew dê dest bi hinardekirinê nekin.
Myles Caggins got, "APIKURê her tim tekezî li ser wê helwestê kiriye ku divê peymaneke me ya nivîskî hebe, da ku berpirsiyarî û awayê dayîna pereyan ji bo hinardekirina petrolê bi rêya boriya Îraq-Tirkiyeyê diyar be."
Berdevkê APIKURê da zanîn ku danûstandinên berdewam "li pişt perdeyê" di navbera Hikûmeta Îraq, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên petrolê de hene.
Wî got, "Ev civîn me digihînin wan lihevkirinan ku bi zelalî diyar dikin ka dê pereyên kompanyayan çawa bên dayîn, hem ji bo mafên darayî û hem jî ji bo yên paşerojê."
Caggins bi bîr xist ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji 25ê Adara 2023yan ve rawestiyaye û di vê demê de nêzîkî 30 milyar dolar zerer gihîştiye hemû aliyan.
"Firotina petrolê sûdê dide hemû xelkê Îraqê”
Li ser pirsa ka kî berpirsiyarê vê derengketinê ye, Caggins xwe ji tometbarkirina aliyekî dûr girt û got:
"Kompanyayên endamên APIKURê bala xwe didin ser dîtina çareseriyê. Em di wê baweriyê de ne ku dema hemû alî di nav diyalogeke berdewam de bin û Serokwezîrê Îraqê jî pabendî soza xwe ya ji bo destpêkirina hinardekirinê be, ew çareserî dê pêk were."
Myles Caggins destnîşan kir ku vekirina boriyê "sûdê dide hemû xelkê Îraqê û alîkariyê dide çareserkirina pirsgirêkên budce û mûçeyan ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de."
Caggins li ser rola Amerîkayê jî axivî û got ku rêveberiyên niha û yên berê yên Amerîkayê "bi eşkereyî piştgirî daye hewlên ji bo vekirina boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê" û anî ziman ku ev mijar di rojeva sereke ya Hikûmeta Îraqê de ye.
Berdevkê APIKURê her wiha zelal kir ku daxwaza wan ne peymanên nû ne, belkî avakirina mekanîzmayên nû ne ji bo rêzgirtina li wan peymanên ku berê di navbera kompanyayan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatine îmzekirin.
Wî got, "Divê hikûmeta navendî, Wezareta Petrolê û Kompanyaya SOMOyê rêzê li wan peymanan bigirin."
Myles Caggins di dawiyê de tekez kir ku ew lihevkirinên ku ew li ser dixebitin "bi temamî bi yasaya budceyê re hevaheng in" û da zanîn ku kompanyayên endamên APIKURê di çarçoveya yasayên Îraq û Herêma Kurdistanê de kar dikin.
#VÎDEO - Berdevkê APIKURê Myles Caggins ji Rûdawê re got:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 9, 2025
🗨️ Heta ku peymaneke fermî nebe em petrolê nafiroşin derve
🗨️ Tim li pişt perdeyê diyalog hebû
🗨️ APIKUR li ser dîtina çareseriyan radiweste
🗨️ Firotina petrolê ya bi rêya Boriya Petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê dê ji bo… pic.twitter.com/N9bSjNHB21
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse