AMED - Dibistan vebûn lê ji dêlva pênûsên nazik radijin çapeyan

09-09-2025
Abdulselam Akinci
Zaarokên Karker \ Kameraman: Cuma Kiliç - Rûdaw
Zaarokên Karker \ Kameraman: Cuma Kiliç - Rûdaw
Nîşan Zarokên Karker Amed Egîtîm Sen
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Demsala nû ya xwendinê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê kir lê karkerên zarok ên demsalî ji ber hejariyê û xebata li ser zeviyan ji perwerdeyê dûr dimînin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hezaran zarokên karkerên ên demsalî li şûna ku di polên xwe de bin, di nav zeviyan de dixebitin.

Malbatên wan ji ber hejariyê neçar in ku bi mehan zarokên xwe jî bi xwe re bidin xebitandin.

Ji ber vê yekê, ev zarok herî kêm meh û nîvekê dereng dest bi dibistanê dikin ku ev yek ji bo paşeroj û serkeftina wan a di xwendinê de xetereyeke mezin e.

Li şûna polê, di nav zeviyên pîvazan de ne

Dîmenên li zeviyeke pîvazan a 200 donimî ya li Amedê, rewşê bi awayekî zelal radixe ber çavan.

Zêdetirî 40 zarokên ku divabû niha li ser dersên xwe bûna, di nav toz û xubarê de dixebitin û haya gelek kesan ji wan ji vebûna dibistanan jî nîne.

Zarokên karker ên demsalî, her sal di meha nîsanê de, ango du meh beriya girtina dibistanan, bi malbatên xwe re dibin rêwiyên karê çandiniyê û heta payîza dereng dixebitin.

Aynur Gulê ku zarokeke karker e got, "Ez dê du hefteyên din herim dibistana xwe. Ez şagirtê pola 7ê me. Navê min Aynur e û ez li vir di karê pîvazan de dixebitim."

Ummu Gulsum Engînê jî got, "Ez xwendekara pola 11ê me û divabû ez niha li dibistana xwe bûma lê malbata min ez anîme karê pîvazan.

Ew dibêjin aboriya me ne baş e û min naşînin dibistanê. Meaşên dê û bavê min nînin."

Zarokekî din ê karker Hesen Çalpan jî got, "Bavê min min naşîne dibistanê. Rewşa me ne baş e."

Malbat neçar in: Zarok neyên, kar nîvco dimîne

Nêzîkî 18 milyon xwendekar û 1,2 milyon mamoste, li 74 hezar û 538 dibistanan û 761 hezar û 416 polan dest bi serdemeke nû ya xwendinê kiriye.

 Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê amarên fermî yên derbarê hejmara zarokên ku neçûne dibistanê nînin lê rewşa li zeviyan nîşan dide ku pirsgirêk gelekî mezin e.

Malbat jî dibêjin ku ew ji neçariyê zarokên xwe tînin ser kar.

Karkerê demsalî yê bi navê Eyup Engîn jî got,"Eger zarokên me biçin dibistanê, kes namîne ku li vir bixebite û karê xelkê dê nîvco bimîne.

Ji ber wê em nikarin wan bişînin. Ez dizanim ku xwendina wan nîvco dimîne, ez vê yekê dizanim."

 Karkerê demsalî Cengîz Gul jî got,  "Dibistan vebûn, çar zarokên min hene ku divê biçin dibistanê.

Ez li vir im û ew jî bi min re ne. Ew naçin dibistanê û dê di meha 11an de dest bi xwendinê bikin."

 Karkera demsalî Zeynep Gulê jî got: "Hîn dibistan nehatibûn girtin, min ew ji dibistanê derxistin û anîn vir.

Yek diçe pêşdibistanê û yek jî diçe pola çaran. Mecbûr mam. Em dê hê du mehan li vir bin û heta du mehan ew dê neçin."

Sendîka: Divê dewlet perwerdeyê bibe zeviyan

Nûnerên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) balê dikişînin ser xetereya vê rewşê ya li ser paşeroja zarokan û bangî hikûmetê kir ku çareseriyeke bi lez bibîne.

 Nûnerê Egîtîm Senê yê Amedê Fesîh Zîrek got, "Ew zarokên ku du mehan dereng dest bi perwerdeyê dikin, di rastiyê de ti perwerdeyê nabînin. Xwendina wan qut dibe û nîvco dimîne. Ev yek ji bo paşeroja wan gelekî xeter e û bi rêjeyeke mezin ev zarok serkeftî nabin."

Nûnerê Şaxa 2emîn a Egîtîm Senê yê Amedê Serhat Kiliç jî got, "Daxwaza me ya sereke ew e ku ev zarok neçarî xebatê nebin. Ya duyemîn, eger rewş wiha ye, divê Wezareta Perwerdeyê mamosteyan bişîne cem van malbatan û perwerdeya van zarokan li cihê karê wan were dayîn."

Bi milyonan xwendekar bi lêdana zengila yekem dest bi xwendinê kirine lê ji bo van zarokên karker in, heta zengila dawî ya karê zeviyan lê nede, ne zengila dibistanê û ne jî vegera malê mimkin e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst