Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ji bo Rêberê PKKê Abdullah Ocalan azadî xwest.
Fermandeyê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê twitterê bi boneya salvegera derxistina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Sûriyê peyamek belav kir û ji bi wî azadî xwest.
Mazlûm Kobanî nivîsandiye: “Rêber û hizirmend Abdullah Ocalan damezrînerê fikra hevjiyana azad e, kilîta çareserî û pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn di destê wî de ye. Azadkirina Rêber Apo dê aştiya domdar bi xwe re bîne.”
Herwiha Kobanî heştega #FreedomForOcalanNow bikar aniye.
Rêber û hizirmend Abdullah Ocalan damezrînerê fikra hevjiyana azad e, kilîta çareserî û pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn di destê wî de ye. Azadkirina Rêber Apo dê aştiya domdar bi xwe re bîne.#FreedomForOcalanNow
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) October 9, 2021
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse