Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteyê xwebexş ê zimanê Kurdî Îdrîs Mînberiyê ku ji bo bicihanîna cezayê xwe yê salekê çû girtîgehê û ragihand, “Êdî nikarin bi cezakirin û girtinê çalakvanên Kurd bitirsînin.”
Li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê li ber mala Îdrîs Mînberî ji bo birêkirina wî ya girtîgehê merasîmek hat lidarxistin û hejmarek kesayet û çalakvan beşdar bûn.
Îdrîs Mînberî di merasîmê de axivî û got ku wan ew siyaseta desthilatdaran a ku dixwazin girtîgehê ji bo tirsandina çalakvanan bi kar bînin têk biriye.
Mînberî anî ziman ku cezayê wî li hemberî wan berdêlên ku Kurdan di oxira serkeftinê de dane ne tiştek e û got:
“Em ji şehîdan fêr bûn ku em nirxê azadiyê bidin.”
Îdrîs Mînberî da zanîn, heta ku mafê serweriyê yê gelê Kurdistanê nebe dê êşên dîrokî yên gel bidomin û têkoşîna ji bo pêkanîna wî mafî jî dê bidome.
Mamosteyê xwebexş ê zimanê Kurdî û Endamê Desteya Birêvebir ê Rêxistina Nojînê Îdrîs Mînberî roja sêşemê ji aliyê beşa bicihanîna cezayan a Dadgeha Sineyê ve hatibû agahdarkirin ku roja şemiyê ji bo bicihanîna cezayê xwe, xwe bigihîne dadgehê.
Îdrîs Mînberî 18ê Kanûna Pêşîn a 2022yan li Sineyê hatibû desteserkirin û piştî demeke bi kefaletê hatibû berdan.
Mînberî 9ê Çiriya Pêşîn a 2023yan li Dadgeha Tawanan a Sineyê bi tohmeta "têkdana ewlehiya giştî" û "avakirina deste û komên li dijî desthilatê" bi salek zindan û dûrxistina ji bo Girtîgeha Dizilawaya Kirmaşanê hatibû cezakirin.
Rêxistina Çandî û Civakî ya Nojînê sala 2010an hatiye damezirandin û li bajar û gundên parêzgeha Sineyê kursên fêrkirina zimanê Kurdî li dar dixe.
Îdrîs Mînberî yek ji damezirînerên Nojînê û endamê Desteya Birêvebir û mamosteyê zimanê Kurdî yê wê encûmenê ye û çalakvanekî diyar ê bajarê Sineyê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse