Hejmartina dengan dest pê kir: PDK yekem û YNK duyem e

09-11-2025
Nîşan PDK YNK Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê Dengdana Yekem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encamên destpêkê yên dengdana taybet a li parêzgehên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin.

Li gorî encaman, heta niha li Hewlêrê ji sedî 96,6, li Silêmaniyê ji sedî 94 û li Dihokê jî ji sedî 91,3yê dengan hatine hejmartin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêr û Dihokê di rêza yekem de ye û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî li Silêmaniyê di rêza yekem de ye.

Rêjeya beşdariyê li parêzgehên Herêma Kurdistanê bi giştî bilind bû û li piraniya binkeyan ji sedî 90 derbas kir.

Amarên dengderên hêzên ewlehiyê û koçberan li parêzgehên Herêma Kurdistanê wiha ne:

Hewlêr

Li parêzgeha Hewlêrê PDKyê ji sedî 46ê dengan bi dest xistiye. Rêjeya dengên partiyên din wiha ye:

PDK: Ji sedî 46

YNK: Ji sedî 17,7

Helwest: Ji sedî 3,2

Nifşê Nû: Ji sedî 1,8

Silêmanî

Li parêzgeha Silêmaniyê YNKyê bi rêjeyeke bilind a ji sedî 71ê dengan di rêza yekem de cih girtiye.

Rêjeya dengên aliyên din wiha ye:

YNK: Ji sedî 71

PDK: ji sedî 10

Helwest: Ji sedî 8

Nifşê Nû: Ji sedî 3

Yekgirtû: Ji sedî 2,6

Komel: Ji sedî 1,5

Eniya Gel: Ji sedî 1,2

Dihok

Li parêzgeha Dihokê jî PDK bi rêjeyeke berçav di rêza yekem de ye. Encama dengan wiha ye:

PDK: Ji sedî 54,4

Helwest: Ji sedî 1,4

YNK: ji sedî 1

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst