Nesrîn Ebdulla: 7 şervanên YPJê dîlgirtî ne

09-12-2019
RÛDAW
Nîşan YPJ YPG Nesrîn Ebdulla Tirkiye Rojava Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka YPJê aşkere kir ku 7 şervanên jin di şerê Serê Kaniyê û Girê Spî de ji aliyê hêzên Tirkiyê û komên çekdar ve dîl hatine girtin.

Berdevka Fermî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Nesrîn Ebdulla, di konferanseke rojnamevaniyê de, derbarê êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê axivî.

Nesrîn Ebdulla diyar kir ku di heyama êrişa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên girêdayî wî welatî bo ser Rojava, li herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê, 7 şervanên YPJê aliyê aliyê grûpên çekdar ve dîl hatine girtin.

Berdevka YPJê got jî heta niha derbarê rewşa wan şervanên jin de ti zanyariyek li ber destê wan neketiye û çarenivîsa wan ne diyar e.

Herwiha Nesrîn Ebdulla got ku çekdarên ser bi Tirkiyê ve bêrêzî li termên şervanan kirine û ev yek jî weke, tawana şer bi nav kir.

Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve roja 9ê Cotmehê, êrişeke berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê dabûn destpêkirin.

Di heyama wê êrişê de hejmareke şervanên YPG/YPJê canê xwe ji dest dabûn û çekdarên ser bi Tirkiyê ve girtevîdeoyên ku li ser torên civakî belav kirine ku tê de bêrêzî li hemberî termên şervan û taybet jî termên şervanên jin dikirin.

Herwiha çekdarên ser bi Tirkiyê ve vîdeoyeke şervana YPJê ya bi navê Çîçek Kobanî jî belav kiribû ku tê de dijûn lê wê didan û gefên, serjêkirinê li wê dixwarin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst