Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Navendî ya YNKyê Qubad Talebanî diyar kir ku civîna îro ya PDK û YNKyê hatiye bipaşxistin û dê her du alî hefteya bê li hev bicivin.
Serkirdeyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Qubad Talebanî îro di konferansa rojnamegeriyê de axivî û got, "Dan û standinên ji bo pêkanîna hikûmetê qonaxeke baş derbas kiriye.
Ziyareta me ya Bexdayê derfeteke baş bû da ku em dîtina aliyên Îraqî fêm bikin."
Talebanî li ser çûna xwe ya Bexda û hevdîtinên xwe yên bi serkirdeyên Îraqê re axivî û got:
"Me piraniya aliyan dîtin, em hest bi pêvajoyeke sazkirî dikin. Em hêvîdar in ev yek bibe sedema pêkanîna hikûmeteke federal."
"Baweriya me bi Îraqeke bihêz heye"
Endamê Komîteya Navendî ya YNKyê di berdewamiyê jî de got, "Ziyareta me derfetek bû ji bo fêmkirina wê dîtina ku li Bexdayê heye, her wiha wekî YNKyê me dîtina xwe jî pêşkêşî aliyên Bexdayê kir.
Em partiyeke Îraqî ne û baweriya me bi Îraqeke bihêz heye, çimkî Herêma Kurdistanê jî di çarçoveya Îraqeke bihêz de bihêz dibe.
Em dê bibin beşek ji dariştina siyaseteke stratejîk da ku Îraq bikeve ser rêyeke rast û durist a aborî û siyasî, di nav de jî çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê."
Civîna PDK û YNKyê
Qubad Talebanî li ser dan û standinên navbera PDK û YNKyê jî got, "Hefteya bê PDK û YNK dicivin. Biryar bû îro em bicivin lê civîn ji bo hefteya bê hat bipaşxistin."
Me namzedê xwe diyar nekiriye
Talebanî bersiv da pirsa li ser diyarkirina namzedê YNKyê yê Serokkomariyê Îraqê jî û got, "Namzedê me nîne lê dê hebe û hîn em nizanin bê ka kî ye."
Serkirdeyê YNKyê amaje bi meaşên mehên 11 û 12an ên meaşxwirên Herêma Kurdistanê jî kir û got:
"Em kar dikin da ku ew her du meaş neşewitin û ez piştrast im ku naşewitin.
Em berdewam kar dikin da ku ev pêvajo raneweste. Niha lîsteyên meaşan tên amadekirin û petrol jî tê hinardekirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse