Li Kerkûkê berbijêrên serkeftî: Neşet Şahwêz yekemîn e

19-12-2023
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Neşet Şahwêz Xurşîd PDK YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinênên encûmena perêzgeha Kerkûkê de bebijêrê ku herî zêde deng stendine berbjijêrê YNKyê Neşet Şahwêz Xurşîd e.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê encamên hilbijartinên encûmenên parêzgehan eşkere kirin.

Li gorî encamên destpêkê, lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê, 46 hezar û 749 deng bidest xistine.

Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî herî zêde deng bidest xistine, ew jî 139 hezar û 373 deng in.

Her du listeyên pêkhateyên Tirkmenan, Bereya Tirkmenan 72 hezar û 281 deng û Hevpeymaniya Kerkûkuna jî, 21 hezar û 114 deng bi dest xistin.

Pêkhateyên Ereb jî, lîsteya Urûbe 46 hezar û 749 deng, Hevpeymaniya Erebî 98 hezar û 174 deng û Hevpeymaniya Qiyade jî 59 hezar û 430 deng bidest xistine.

Li gorî zanyariyên Rûdawê berbjijêrê YNKyê Neşet Şahwêz Xurşîd li ser asta Kerkûkê dengên herî zêde bi dest xistine.

Berbijêrên ku ji bo Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatine hilbijartin:

Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê 5 kursî bi dest xistin

Neşet Şahwêz xurşîd: 37 hezar û 971 deng

Rêbwar Teha: 27 hezar 265 deng

Ehmed Fatîh: 11 hezar deng

Hoşyar Hîcran: 5 hezar û 961 deng

Perûyin Fatîh Cebarî: 5 hezar û 396 deng

Hawpeymaniya Erebî 3 kursî:

Rakan Cibûrî: 36 hezar û 617 deng

Ehmed Ebdulwahîd Hemdanî: 8 hezar û 717 deng

Selwa Mîfrecî: 4 hezar û 190 deng

Eniya Tirkmenî 2 kursî:

Ehmed Remzî Kerîm: 19 hezar û 339 deng

Mihemed Seman Kenan: 10 hezar û 698 deng

Partiya Demokrata Kurdistanê 2 kursî:

Hesen Mecîd Reşîd Şêxanî: 7 hezar û 505 deng

Şoxan Hesîb: 3 hezar û 582 deng

Qiyade 2 kursî:

Reidi Salih Husên Cibûrî: 9 hezar û 967 deng

Beyda Hemûd Derûyş: 1 hezar û 744 deng

Urûbe 1 kursî:

Zahîr Enwer Asî Husên Ubeydî: 10 hezar û 60 deng

Tevgera Babîliyon (kotaya Xirîstiyanan):

Încîl Ziya Şîba Ziya: 56 deng

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst