Li Colemêrgê kesek ket çem û xeniqî

10-04-2024
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Alaattîn Uzum Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber barana zêde ava çem rabû, welatiyekî 56 salî ket çem û li ber avê çû.

Li bajarokê Silehê yê Colemêrgê kesê bi navê Alaattîn Uzum dema bi ajalên xwe ve mijûl dibû, li pişt axûrê ajalan lingê wî şemitî.

Alaattîn Uzum ji bilindahiya li raserî çem wer bû, ket çem û li ber avê çû.

Ji ber barana ku çend roj in li wê parêzgehê dibare ava çem gelekî rabûye û Uzum bi carekê li ber xwe bir.

Malbata Uzum, cenazeyê wî 200 metreyî dûrî cihê bûyerê dît.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Alaattîn Uzum veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Piştî karûbarên şînê cenazeyê Alaatîn Uzumê bavê 5 zarokan li goristana bajarok hat veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst