Qers - Ji ber çêriyê pev çûn: Kuştî û birîndar hene

10-05-2024
RÛDAW
Nîşan Qers Çêrandin Zarûşad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Zarûşadê ya Qersê di pevçûna ji ber çêrandina ajelan de kesek hat kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, li gundê Ladîkarsê yê navçeya Zarûşadê Şenturk K. bi îdiaya ku di nav erdê wî de bê destûr ajel çêrandine bi Ontaş B. re pev çû.

Di pevçûnê de Şenturk K. bi çekê Ontaş B., Farûk B. û şivanê Efxan Welî Molla Elî bi çekê birîndar kirin.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Ontaş B. li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Herwiha tîmên tenduristiyê birîndarên din birin Nexweşxaneya Zanîngeha Kakfkasê ya Qersê.

Şenturk K.yê ku piştî bûyerê reviya ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst