Li Mêrdînê mamosteyek hatibû kuştin: 3 tohmetbar hatin desteserkirin

10-05-2025
RÛDAW
Nîşan Abdurrahîm Yilmaz Qoser Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, di çarçoveya lêpirsîna kuştina mamosteyê dibistanê Abdurrahîm Yilmaz de 3 tohmetbar hatin desteserkirin.

Abdurrahîm Yilmazê 40 salî ku mamosteyê polê yê Dibistana Seretayî ya 100. Yil li Taxa Îpekê ya Qoserê bû beriya 2 rojan dema ku li dibistanê derdiket rastî êrişeke çekdarî hat.

Hat zanîn ku tohmetbaran êriş ew bi tolhildana kuştina merivên xwe yên bi navê Ferman û Tuncay Ertaş ew êriş pêk anîne.

Abdurrahîm Yilmaz piştî êrişê bi birîndarî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatibû kirin lê tevî hemû midaxeleyan wefat kiribû.

Cenazeyê Yilmaz piştî Bijîşkiya Dadî ya li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê radestî malbata wî hat kirin û li gundê Kilêbînê hat veşartin.

Li gorî nûçeya DHAyê, di çarçoveya lêpirsîna tohmetbarê serekî yê bi navê Î.E birayê wî yê bi navê F.E. û bavê wan ê bi navê K.E. hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst