Di cejnê de bi hezaran geştyaran berê xwe da Gola Hezarê

10-06-2025
Nîşan Gola Hezarê Cejn Geştyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gola Hezarê ye li navçeya Xoxê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê di cejnê de bû cihê bêhnvedana bi hezaran geştyaran.

Peravên golê bi geştyarên Cejna Qurbanê tijî bûne û cihê gav avêtinê nemaye.

Bi hezaran geştyarên ji bajarên din ên Bakurê Kurdistanê di betlaneya cejnê de berê xwe daye vê herêma geştyariyê û otel û motel ji sedî 100 tijî bûne.

“Ji hêviyê me zêdetir çêbû”

Mehmet Bahçeciyê ku xwediyê kargehekê ye got:

“Me demsala xwe da destpêkirin, ji hêviyê me zêdetir çêbû. Qerebalixiya Cejna Qurbanê ya betlaneya 4 rojan di asta herî jor de pêk hat.”

Geştyarên ku diçin Gola Hezarê di golê de avjeniyê dikin, bi jetskiyan digerin û bi malbatî demên xweş derbas dikin.

“Vê derê paqij bi kar bînin”

Geştyar Mehmet Tura diyar kir ku ew her sal berê xwe didin golê û anî zimên:

“Em Gola Hezarê wekî navendeke geştyariyê diecibînin û her sal di betlaneyên cejnê de tên.

Em ji vê derê hez dikin û ji welatiyan daxwaza me ew e ku vê derê paqij bi kar bînin.”

Gola Hezarê di navbera Çiyayên Hezarbaba û Mastarê de bi dirêjahiya 56 kîlometre peravên xwe, xwedî xwezayeke taybet e.

Ji navenda bajarê Xarpêtê 26 kîlometreyan dûr e û havîn û zivistanan gelek geştyar diçin golê da ku bêhna xwe vedin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst