Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Mêrdînê bi dîroka xwe ya bi hezar salan, bi xaniyên xwe yên kevnar, bi medrese û manastirên dîrokî û xwarinên xwe yên navdar bûye wargeha geştyaran.
Di Cejna Qurbanê de ji bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û derveyî welat bi hezaran geştyaran berê xwe daye bajarê Mêrdînê û cejneke têr û tijî derbas dikin.
“Otelên me ji sedî 100 tijî ne”
Serokê Komeleya Geştyarî û Hotelan a Mêrdînê Ozgur Gurgor diyar kir ku li otelan cih nemaye û anî zimên:
“Heta roja çarşemê otelên me ji sedî 100 tijî ne. Wekî hûn dizanin di mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de bazara me ya derve dest pê dike û daxwazeke zêde heye.
Ji Rojhilata Dûr û Ewropayê eleqeyeke zêde heye.”
Mêrdîn xwedî dîrokeke dewlemend e û li gel hejmareke zêde ya Kurdên Misilman û Êzidî, bi nişteciyên Suryan, Keldan, Ermen û Ereban û zimanên Kurdî, Erebî, Asûrî û Tirkî bajarekî bihevrejiyanê ye.
“Geştyar ref bi re tên Mêrdînê”
Rêberê Geştyariyê Aydin Alkan diyar kir ku piştî hatina cejnê geştyar zêde bûne û biland:
“Qerebalixiya cejnê xweş derbas dibe. Hejmara geştyaran hinekî kêm bûbû lê bi hatina cejnê re geştyar ref bi re tên Mêrdînê.
Ji her civak û miletan mirov tên vê derê û li Mêrdînê diçin manastir û medreseyan.”
Li gorî amarên sektora geştyariyê ya Mêrdînê, sala 2024an 900 hezarê wan ên ku bi şev mane bi tevahî 4 milyon geştyar çûne Mêrdînê.
Sala 2025an armanc ew e milyonek geştyar bi şev bimînin.
Li Mêrdînê rojane ji bo 23 hezar geştyaran cihê manê hene û di Cejna Qurbanê de hemû tijî bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse