Li Erzinganê ava bendava 17 gundan hema bêje nemaye

10-09-2025
Nîşan Erzingan Kembûna Avê Bendava Goyneyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber hişkesaliyê rêjeya ava Bendava Goyneyê daketiye jêr ji sedî 10an ku pêdiviya avê ya 17 gundan dabîn dike.

 Ev rewş bandoreke neyînî li çandinî û ajeldariyê dike û pispor dibêjin ku rewş gihîştiye asteke metirsîdar.

Bendava Goyneyê li ser Çemê Avareş hatiye avakirin û ava wê ji bo çandiniya li ser 50 hezar dekar erdên 17 gundan tê bikaranîn.

"Rewş gihiştiye asteke metirsîdar"

Alîkarê Birêvebirê Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Bînalî Yildirimê Doç. Dr. Huseyîn Yildirim Dalkiliç li ser mijarê hişyarî da û got:

“Yek ji sedemên kêmbûna avê kêmbûna baranê ye lê sedemeke din jî bikaranîna avê ya bi nezanî ye.”

Huseyîn Yildirim Dalkiliç da zanîn ku ji tebaxa sala borî heta tîrmeha îsal ji sedî 70yê Tirkiyeyê rûbirûyê hişkesaliyê bûye û got:

“Kêmbûna baranê ya di navbera ji sedî 55 û ji sedî 70yê de bandoreke neyînî li tijîbûna bendavan kiriye.

Li gelek bendavan av gelekî kêm e. Em dikarin bêjin gihiştiye asteke krîtîk.

Tirsa me ew e, eger tedbîrên pêwîst neyên wergirtin rewş xirabtir bibe.

Neyê jibîrkirin ku em welatê çandiniyê ne. Ji sedî 73yê çavkaniyên avê ji bo çandiniyê tên bikaranîn.

Ji ber vê yekê jî bikaranîna avê di çandiniyê de bi qasî bikaranîna ava vexwarinê girîng e.

Divê em li hemberî hişkesaliyê polîtîkayên bi bandor bidomînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst