Şarezayekî Rûsî: Yekrêziya Kurdan tune ye û dijmintiya hev dikin

10-11-2021
Berzan Ferman
Serokê Enstîtuya Rojhilata Nêzîk Yevgeniy Satanovskiy
Serokê Enstîtuya Rojhilata Nêzîk Yevgeniy Satanovskiy
Nîşan Kurd Rûsya Rêveberiya Xweser Hikûmeta Sûriyê
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Hewlên lihevanîna Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê berdewam in û lêkolînerekî Rûsî jî dibêje, Rûsya li ser hewldanên xwe yên navbeynkariya aliyan berdewam e, lê “li eniya Kurdan ti yekrêzî tune ye û dijmintiya hev dikin. Ji xwe Erdogan jî vê yek pir baş bikar tîne.”

Çavên civaka Rojavayê Kurdistanê li rêkeftinekê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de ye. Rêveberiya Xweser radigihîne, ew amade ye bê merc bi berpirsên Şamê re bicive, lê mercên hikûmetê bi wan giran û dijwar in.

Luqman Ehmê, Berdevkê Rêveberiya Xweser, dibêje, “Ti giftûgo û diyalog di navbera me û hikumeta Şamê de tine ye. Rêveberiya Xweser dixwaze ku ev yek hebe ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê bi şêweyekî aştiyane û demokratîk, lê mixabin heta niha em wek Rêveberiya Xweser di wê têkoşînê de bi ser neketine. Ji ber hişmendiya rêjîma Sûriyê diyalogê erê nake. Hevdîtinên me yên bi dewleta Rûsî re, em her dem daxwazê ji wan dikin fişarê li ser hikumeta Sûriyê bikin û bi awayekî cidî beşdariyê li danûstandinan bikin.”

Rûsya ji bo lihevkirinekê di navbera hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de tevdigere. Siyasetmedarên Rûs dibêjin, Rûsya gefên Tirkiyê li hember Rêveberiya Xweser bikar tîne, da ku deverên jêr destê xwe radestî hikumetê bike.

Yevgeniy Satanovskiy, Serokê Enstîtuya Rojhilata Nêzîk, dibêje, “Diyar e çareseriya qeyrana Sûrî nêzîk dibe. Moskow jî lez daye rola xwe ya navbeynkariya Şam û Opozîsyon û Şam û Kurdan. Lê li eniya Kurdan tu yekrêzî tune. Û dijmintiya hevdu dikin. Ji xwe Erdogan jî vê yek pir baş bikar tîne. Moskow tenê yekpariya erdê Sûrî dixwaze û rola wê tenê navbeynkarî ye. Ka lîderên Kurda di nava vê yekpariyê de, bi Şamê re li ser çi lihev bikin, ew girêdayî Kurdan e.”

Hikûmeta Sûriyê plan dike ku tu hêz ji bilî artêşa wê li navçeyên Rêveberiya Xweser nemîne û serwerî û desthilata xwe li hemî bajaran vegerîne. Çavdêr dibînin bi wê yekê tenê hewlên encamdana operasyoneke ji aliyê Tirkiyê ve têk diçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst