Herêma Kurdistanê bi Projeya Ronahiyê û Kembera Kesk beşdarî COP30ê dibe

10-11-2025
RÛDAW
Projeyên Ronahî û Kembera Kesk /Wêne: Rûdaw
Projeyên Ronahî û Kembera Kesk /Wêne: Rûdaw
Nîşan Ronahî Kembera Kesk Hewlêr Herêma Kurdistanê COP30 Heval Ehmed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Herêma Kurdistanê dê beşdarî Konferansa COP30ê ya li Brezîlyayê bibe û li wir Projeya Ronahiyê û Kembera Keskahiyê wekî du projeyên jîngehê û rûbirûbûna guherîna avhewayê pêşkêş bike û hewl bide ku pişgiriya darayî bi dest bixe.

Konferansa 30emîn a Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ya ku wekî COP30 tê naskirin, îro li bajarê Belemê yê Brezîlyayê dest pê dike û dê heta 21ê vê mehê berdewam bike.

Şandeyên 190 welatên cîhanê beşdarî COP30ê dibin û 100 welat li ser wê yekê rijd in ku ji bo konferansê armancên nû bên destnîşankirin.

Di 12 rojên konferansê de çend dê mijarên girîng bên gotûbêjkirin, wekî qonaxa veguhêz a enerjiyê ya ber bi enerjiya nûjenbar ve, vejandina daristanan û başkirina rewşa okyanûsan, guhertina sîstema dabînkirina xwirekê û şêwaza çandiniyê.

Birêvebirê Giştî yê Beşa Guherîna Avhewayê ya Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Heval Ehmed got, cudahiya konferansa îsal ew e ku hemû welatên beşdar dê belgeyên proje û karên xwe yên ji bo rûbirûbûna guherîna avhewayê pêşkêş bikin.

Heval Ehmed dibêje, "Em jî wekî Herêma Kurdistanê beşek ji vê projeyê ne, ji ber vê yekê beşdariya me gelekî girîng e" û divê bê nîşandan ku ji bo kêmkirina guherîna avhewayê çi hatiye kirin.

Li gorî gotina Ehmed, di belgeyê de dê bê nîşandan ku Herêma Kurdistanê heta çi radeyê rûbirûbûna guherîna avhewayê kiriye karê xwe yê pêşîn û di vê mijarê de çi pêdiviyên wê hene ku yek ji wan jî pêdiviya darayî ye.

Heval Ehmed her wiha got "Li COP30ê armanc ew e ku nexşerêyeke eşkere û praktîk ji bo kêmkirina pileya germê bi qasî 1,5 pileyan bê danîn."

Heval Ehmed diyar kir ku konferans dê gelekî li ser pabendiya welatan a bi vê armancê re raweste.

Armanceke din jî, dabînkirina wan 300 milyar dolaran e ji bo welatên nûpêgihîştî di rûbirûbûna guherîna avhewayê de ku par di Konferansa COP29 de biryar li ser hatibû dayîn.

Berê ev mîqdar 100 milyar dolar bû, lê par biryara zêdekirina wê hat dayîn.

Li gorî Heval Ehmed, zehmet e ku îsal biryar li ser zêdekirina vê mîqdarê bê dayîn, lê hemû welatan soza xwe daye ku hewl bidin wî pereyî dabîn bikin.

Birêveberê Giştî yê Guherîna Avhewayê her wiha got ku çend roj berê belgeyên Herêma Kurdistanê û Îraqê yên ji bo konferansê li Bexdayê hatin pejirandin û ev yek piştî nêzîkî salekê ji hevahengiya her du aliyan pêk hat.

Ehmed tekez kir ku Herêma Kurdistanê di vê belgeyê de karên xwe yên pêşîn diyar kirine û destnîşan kiriye ku pêdiviya wê bi çiqas pereyan heye û dê di konferansê de hewlên cidî bidin ji bo dabînkirina pereyên pêwîst û daxwaza mekanîzmayên guncaw bikin.

Heval Ehmed dibêje, biryar e wekî Herêma Kurdistanê 13ê vê mehê berê xwe bidin Brezîlyayê ji bo beşdarbûna li Konferansa COP30. Roja 14ê mehê jî dê beşdar bibin û belgeyan pêşkêş bikin.

Heval Ehmed bernameya "Aborî bi Mihemed Şêx Fatih re" ya Rûdawê bû û li ser ser projeya Ronahiyê û Kembera Kesk a Herêma Kurdistanê û beşdarbûna wan a COP30î axivî.

"Em dê behsa Projeya Ronahiyê û Kembera Kesk bikin"

Li gorî Ehmed, beşek ji belgeyan taybet e bi "çîrokên serkeftî" û tê de dê behsa wan projeyan bê kirin ku Herêma Kurdistanê ji bo kêmkirina bandorên guherîna avhewayê û bicihanîna pabendiyên navneteweyî pêk anîne.

Wekî ku Heval Ehmed got, Projeya Ronahiyê dê yek ji wan projeyan be ku wekî çîrokeke serkeftî di rûbirûbûna guherîna avhewayê de pêşkêş bikin.

Birêvebirê Giştî yê Guherîna Avhewayê amaje bi wê yekê dike ku bi saya Projeya Ronahiyê 3,7 milyon ton duoksîda karbonê kêm bûye û ev yek bandoreke erênî li ser jîngehê kiriye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan dike ku heta dawiya sala 2026an zêdetirî 7,000 jeneratoran rake û karebaya 24 saetan ji bo hemû navçeyan dabîn bike.

Di meha Çiriya Paşîn a 2024an de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Projeya "Ronahiyê" ragihand.

Di meha Gulanê de jî Encûmena Wezîran bi yekdengî biryara pejirandina projeyê da.

Ehmed dibêje, Kembera Kesk dê projeyeke din be ku wekî çîrokeke serkeftinê li Konferansa COP30ê behsa wê bikin û got, proje ji bo kêmkirina guherîna avhewayê çareseriyeke girîng e.

30 Çiriya Pêşîn a 2025an, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî, li Kembera Kesk ya Hewlêrê dest bi çandina daran hat kirin.

Proje bi firehiya du kîlometreyan û dirêjahiya 92 kîlometreyan dê bi darên zeytûn û fistiqan bê kesk kirin, ku biryar e di 8 qonaxan de bê bicîkirin.

Di wê rûberê de dê bi milyonan dar bên çandin.

Zeytûn û fistiq du ji wan daran in ku zêde pêdiviya wan bi avê nîne, ji bo vê qonaxê dê bi rêya ava jêrzemînê bên avdan û paşê dê 10 golên çêkirî û bikaranîna ava giran bibin çavkaniya avdaniya wan.

"Pejirandina pênc projeyên kesk"

Heval Ehmed her wiha got, bi Fona Avhewayê ya Kesk re hevahengiya wan heye û wê fonê pejirandiye ku 15 projeyan li Îraqê fînanse bike ku pênc ji wan li Herêma Kurdistanê ne.

Ew projeyên ku li Herêma Kurdistanê ne û ji aliyê fonê ve hatine pejirandin ji bo fînansekirinê, ev in: hilberîna elektrîkê ji paşmayiyan, avakirina herêmên xwezayî yên parastî, danîna panelên rojê ji bo dabînkirina 40 megawatt elektrîk, programa agahdarkirina pêşwext û avakirina pênc golên çêkirî.

Fona Avhewayê ya Kesk fona herî mezin a damezrayî ya cîhanê ye ji bo fînansekirina projeyên li dijî guherîna avhewayê û ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ye.

Armanca wê alîkarîkirina welatên nûpêgihîştî ye di rûbirûbûna guherîna avhewayê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst