Hewlêr (Rûdaw) – IHD û Weqfa Mafên Mirovan raportek derbarê binpêkariyên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê belavkirin. Serokê IHDê jî dibêje, “Binpêkarî her berdewam in û Tirkiye nikare bi vî awayî berdewam be.”
Bi helkevta 72emîn salvegera ragehandina beyanema navnetewî ya mafê mirovan, Komeleya Mafên Mirovan (IHD) û Weqfa Mafê Mirovan di derbarê binpêkarî û rewşa sala 2020ê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê raporek belav kirin.
Li gorî raporê sala 2020ê di encama şerê li Bakurê Kurdistanê de 45 hêzên artêşa Tirkiyê, 160 gerîla û 20 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Ozturk Turkdogan, Serokê IHD, dibêje, “Di mijara mafê mirovan de rewş baş nebûye. Weke sala 2019ê binpêkarî her berdewam in. Lê ez bawerim ku desthilat jî bi vê rewşê hesiya û niha dixwazin hin tiştan bikin. Plana parastina mafê mirovan hate amade kirin û êdî pêwîste çaksaziyên hiquqî werin kirin. Şertên heyî vê yekê ferz dike. Tirkiye nikare di rewşeke evqas xirab de li ser rêya xwe berdewam be.”
Di raporê de heman demê behsê operasyonên artêşa Tirkiyê û Başurê Kurdistanê jî tê kirin. Li gorî roaporê di encama operasyonan de li başurê kurdistanê 19 serbaz 2 parêzvanên gundan, 116 gerîla û 12 kesên sivîl jî jiyana xwe ji dest dane.
Husên Kucukbalaban, Sekreterê Komeleya Mafê Mirovan, dibêje, “Weke hemû gelên cihanê, gelê kurd jî di warê mafê mirovan de dikare bigehe asteke baştir. Em hêvî dikin ku pirsên kurdan were çareser kirin. bi pêşêxistina mafê mirovan dikarin kêşeyên kurdan çareser bikin.”
Di dawiya rapora xwe de IHD û Weqfa Mafê Mirovan daxwazê ji hikumetê dikin ku rewşa mafê mirovan li Tirkiyê û Bakurê Burdistanê were asayîkirin û careke din hewl ji bo proseyên diyalogê û çareseriyê were dan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse