Amed (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê elektirîka bi dehan mizgeftan ji ber nedana fatoreyan hatîye birrîn û xelk di nava mizgeftên sar de nimêjê dikin.
Li Tirkiyê elektirîka mizgeftan ji aliyê dewletê ve tê dayîn. Lê dewlet dibêje ew tenê heqê elektrîka ji bo ronahîkirinê dide, heqê elektrîka gemkirin û sarkirina mizgeftan divê cemaeta wan mizgeftan bixwe bide. Ji bo vê jî salane pere ji cemaetên mizgeftan tê komkirin û pêwîstiyên wan têne dabînkirin. Lê niha ji ber krîza aborî xelk nema kare xêran jî bike û bi sedan mizgeft di vê zivistanê de nayêne germkirin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê mizgefta 500 salî a bi navê Salos, ji ber ku fatorayên elektirîkê yên mizgeftê nehatine dayîn kompanîya elektirîkê bi mehane elektirîka mizgeftê birine û welatî di bin sermaye de nimêj dikin.
Welatiyê bi navê Merûf Yilmaz dibêje: “Divê elektirîka mizgeftê nehata birîn,lewra ev der mala xwedê ye.”
Ajelvan Ehmed Altûnkiliç jî got: “Xwedê heqê me nehêle, ma destên me girêdayîne, destên me nagihîjin derkekî.”
Welatî Vedat Surucu jî dibêje: “Mizgeftên me niha bûne wek parsekan. Mêleyên me jî wextê wez didin êdî fedî dikin ku bejin gelî misilmanan em dê vê înê dîsa pere kom bikin.”
Welatiyekê bêkar Şêxmûs Erdîl jî got: “Mûçeya miftî qasî mûçeya dewletê ye,bira ew heqê mizgefta bidin.”
Navçe jî di tev de tevahîya Amedê zêdetirî 2 hazar mizgeft hene ku li gor sendikaya karmendên sazîya kar û barên olî DiyanetSenê li bajêr û navçeyan elektirîka bi dehan mizgefta hatiye birîn û elektirîka bi sedan mizgeftên din jî ji ber deynên wan li ber birînê ne.
Serokê Sendîkaya DiyanetSenê ya Şaxa Amedê Omer Evsen jî got: “Li tevahîya Amedê 2 hazar mizgeftê me hene, qasî du meh bere 4 tirîlyon (milyar) lire deynê me hebû. Bi vî awayî tucar em nikarin deynê elektirîkê bidin.Yanî xelk êdî nikarin nan bibin mala xwe.Wezaret divê vî karî çareser bike. Bira vêya ji statuya ticaretxaneyan derxin, bila çawa li dibistanan, çawa li nexweşxaneyan heqê elektirîkê dide, bila heqê elektirîka mizgeftan jî bidin.”
Mizgefta mezin a Amedê ku temenê wê vedigere bi sedan sal bere, niha û wek pêncemîn herema pîroz a îslamê tê qebulkirin û yek ji remzên bajêre jî bi hezaran lîreyê Tirkî ji kompanîya elektirîkê re deyndar e û sazîya elektirîkê ji bo wê jî biryara birîna elektirîkê daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse