Li Rihayê zilamê ku elektrîkê ew girtibû mir

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Riha Elektrîk Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, zilamê ku elektrîkê ew girt canê xwe ji dest da.

Li taxa Batikentê ya Rihayê, tîmên kompanyaya elektrîkê doh êvarî li ser agahdarkirina ku elektrîka taxê nîne, çûn kontrola trafoyên taxê.

Tîmên elektrîkê li ber trafoyekê zilamekî ku ji ber girtina elektrîkê canê xwe ji dest dabû, dît.

Ji ber ku nasnameyê zilamê mirî li ser wî bû, nehat zanîn kî ye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenudristiyê çûn cihê bûyerê.

Terman termê wî zilamî ji bo otopsiyê bir morga Saziya Bijîşkiya Dadî ya Rihayê.

Tê texmînkirin ku wî zilamî dema xwestiye pirsgirêka elektrîkê çareser bike, elektrîkê ew girtiye û canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst