DEM Partî: Deriyên sînorî yên bi Rojavayê re vekin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Deriyên Sînorî Bazirganî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterên DEM Partiyê di gotûbêjên budceyê yên li Parlamentoya Tirkiyeyê de bangî hikûmeta Tirkiyeyê kir ku deriyên sînorî yên di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de werin vekirin.

Di Komîteya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de budceyên sala 2026an ên Wezareta Veguhastin û Binesaziyê û Wezareta Bazirganiyê hatin gotûbêjkirin.

Parlamenterên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Omer Ocalan, Serhat Eren, Celal Firat û Oznur Bartin di rûniştina Parlamentoya Tirkiyeyê de axivîn.

Parlamenteran daxwazên xwe yên derbarê çareseriya Pirsgirêka Kurdan û vekirina deriyên sînorî yên di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de anîn ziman.

Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û diyar kir ku ji ber çaresernekirina Pirsgirêka Kurdan bi trilyonan lîre ji bo şer hatiye xerckirin û vê yekê barê aboriyê giran kiriye.

Ocalan behsa serdana Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Girava Îmraliyê jî kir û got:

"Birêz Ocalan bi wêrekî, feraset û helwesteke xurt di vê rêyê de meşiya lê aliyên kêm jî hebûn û me hinek rexne li wan aliyan girtin."

Omer Ocalan rexne li helwesta Partiya Gel a Komarî (CHPyê) girtin û anî ziman:

"Pêwîst e hinek partî dev ji kodên xwe yên sed salî berdin.

Em dixwazin girtename bi awayekî zelal bi raya giştî re bên parvekirin.

Lê wateya wê nîne ku mirov li vir li ser siyaseteke populîst bahozê rake.

Endamên CHPyê jî dikaribûn biçûna Girava Îmraliyê, beşdarî hevdîtinan bibûna û agahî bidana 11 endamên xwe yên komîsyonê."

“Zemîneke diyalogê heye”

Parlamenterê DEM Partiyê ragihand ku divê partiya sereke ya mixalefetê di vê pêvajoyê de înîsiyatîfê wergire û da zanîn:

“Ev salek zêdetir e ku mirov canê xwe ji dest nadin, zemîneke diyalogê heye.

Em dê ji bo civakîkirina vê pêvajoyê çi ji destê me tê bikin."

Parlamenterê Amedê Serhat Eren jî bal kişand ser girtina deriyên sînorî yên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de.

Eren diyar kir ku deriyên Murşîtpinar- Kobaniyê û Nisêbîn-Qamişloyê ji sala 2011ê ve girtî ne û vê yekê bazirganiya herêmê ji sedî 40 kêm kiriye û got:

"Tirkiye îro bi rêya Deriyê Xabûrê bi Îraqê re xwedî qebareyeke bilind a bazirganiyê ye.

Çima em heman pêwendiyê di navbera Murşitpinar û Kobaniyê de, Nisêbîn û Qamişloyê de, Qoser û Tirbespiyê de daneynin?"

Parlamenterê DEM Partiyê serdana Şandeya DEM Partiyê ya Rojavayê Kurdistanê bi bîr anî û anî ziman:

"Em beriya 7 mehan bi şandeyekê çûn serdana herêma Rojava û Bakurrojhilatê Sûriyeyê.

Me li wir bi Ereb, Kurd, Siryan û Êzidiyan re hevdîtin kirin.

Ew xelk dibêjin em naxwazin rûyê xwe li Şamê bigerînin, em dixwazin rûyê xwe bidin Tirkiyeyê.

Em dixwazin pêwendiyên aborî û çandî bi Tirkiyeyê re deynin.

Birêz Wezîr, em bang dikin ku van deriyan vekin.

Rêya aştiyê di girtina deriyan de nîne, di vekirina wan de ye."

Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat jî bal kişand ser rewşa xirab a aboriyê û destnîşan kir ku esnaf di bin barê deynan de dinalin û anî ziman:

"Dosyayên îcrayê gihîştine 8 milyonan.

Ev tenê ne hejmar in, li pişt her dosyeyê dikanên girtî, malên wêran û hêviyên şikestî hene.

Esnaf di bin barê kirê, fatûreyên elektrîkê û bacan de perîşan bûne."

Parlamenter Oznur Bartinê jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku budce xizmeta gel nake û xizmeta baronên şer dike û got:

"Em dixwazin ev çavkanî ne ji bo çekan, ji bo aştiyê, ne ji bo şer, ji bo wekheviyê bên xerckirin.

We pêşniyara me ya ji bo vekirina deriyên sînorî red kir.

Ev ambargoyeke bazirganî û vetoyeke siyasî ye li dijî bajarên herêmê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst