Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik diyar kir ku êrişa li ser Helebê êrişa li ser Amed, Hewlêr û Mehabadê ye.
Parlamenterê Kurd derbarê êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê û pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê ji Rûdawê re axivî.
Sakik diyar kir ku êrişa li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê êrişeke li ser hemû Kurdan e û teqez kir ku divê aştî li her çar parçeyên Kurdistanê pêk were.
Sirri Sakik bal kişand ser xemgîniya kûr a li her çar parçeyên Kurdistanê û got,"Bi rastî em hemû gelekî xemgîn in. Îro li her du taxên Helebê çi bûye û çi qewimiye, bi rastî mesele ne tenê Heleb e.
Mesele Hewlêr e, Amed e, Qamişlo ye, Silêmanî û Mehabad e. Kurd ev sed sal in bedelekî pir mezin didin.
Îro bi Kurdan re rûniştin, diyalog û muzakere pêdivî ye. Eger li Bakur aştî û biratî çêbibe, gerek li Rojava û Helebê jî çêbibe."
"Kurd êdî nayên xapandin"
Parlamenterê DEM Partiyê bi bîr anî ku di 50 salên borî de şer û pevçûnan ti encam nedane û wiha pê de çû: "Kurd ji daxwazên xwe bi paş ve nehatin. Di nava deh-panzdeh salên borî de navê wê 'pêvajoya çareseriyê' bû lê Serokkomar ew hilanî û xist dolaba qeşayê.
Wan jî dît ku bi vî şiklî nabe û car din ji bo aştiyê pêngav avêtin lê em ne Kurdên berê ne, em dixwazin di vê meseleyê de bi ewle bin.
Hûn nikarin Kurdan bixapînin, hûn nikarin zarokên Kurdan jî bixapînin."
Nêrîna Ocalan û helwesta PKKyê
Sirri Sakik derbarê peyamên ji Îmraliyê de diyar kir ku her çi qas vê hefteyê peyameke nû negihîştibe wan jî, nêrîna Abdullah Ocalan zelal e.
Siyasetmedarê Kurd got, "Birêz Ocalan dixwaze êdî şer û pevçûn çênebe. Peymana 27ê Sibatê di holê de ye.
PKK û KCKyê jî bang qebûlkirin û di 11ê Tîrmehê de li Silêmaniyê çek û sîleh şewitandin. Ev hemleyeke pir mezin bû."
"Mesele neyê texîrkirin"
Sakk hişyarî da ku divê pêngavên ji bo aştiyê neyên bi paşxistin û got:
"Bi Kurdî dibêjin 'eger av di golê de bimîne, ew genî dibe.' Gerek ev mesele neyê texîrkirin û zû pêngav werin avêtin.
Hinek dibêjin ev mesele di bin pêçiya Amerîka û Îsraîlê de ye lê Tirkiye bi xwe diçe bi wan re peymanan îmze dike.
Ala Îsraîlê li axa Sûriyeyê ye û kes dengê xwe nake lê dema Kurd tiştekî wisa pêk bînin, li dijî derdikevin."
Di dawiyê de Sirri Sakik teqez kir ku eger plan û projeyeke samîmî ya dewletê hebe, Kurd ji bo çareseriyê li vir in û amade ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse