Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Em qebûl nakin ku Bexda destkariya rêjeya serjimêriyê bike

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Herêma Kurdistanê Serjimêrî Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand, li gorî encamên fermî yên serjimêriya Îraqê, rêjeya niştecihên Herêma Kurdistanê ji sedî 14,1 e lê Wezareta Plandanînê ya Federal destkarî li rêjeyê kiriye.

Hikûmet ji Bexdayê dixwaze ku ew rêjeya fermî (ji sedî 14,1) ji bo para budceya Herêma Kurdistanê bike bingeh.

Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di civînê de, Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd raporeke hûrgilî li ser serjimêriya giştî ya niştecihan pêşkêş kir ku Çiriya Paşîn a 2024an hatibû kirin.

Li gorî raporê û encamên fermî, rêjeya niştecihên Herêma Kurdistanê (ji bilî navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê) wekî ji sedî 14,1 hatiye destnîşankirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe derbirî ku "Wezareta Plandanînê ya Federal, berevajî peyman û biryarên Lijneya Wezîran a Îraqê, reftar bi encamên serjimêriyê re kiriye û destkarî li rêjeyê kiriye."

“Em destkariyê qebûl nakin”

Lijneya  Wezîran tekez kir "Em destkariya li rêjeya niştecihên Herêma Kurdistanê qebûl nakin û ji bo rastkirina xeletiyan dê gavên pêwîst biavêjin."

Her wiha daxwaz ji Serokkomarî û fraksiyonên Kurdistanî hat kirin ku "Rê nedin destkarî li encaman were kirin û nabe bê qebûlkirin ku rêjeya niştecihan ji sedî 14,1 kêmtir be."

Yekxistina îmtiyazên girtiyên siyasî

Mijareke din a civînê taybet bû bi yekxistina mafên darayî yên girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li gel hevtayên wan ên li Îraqê.

Lijneya Wezîran piştgirî da gavên Wezareta Kar û Barên Şehîdan da ku girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî, bi liberçavgirtina taybetmendiyên destûrî yên Herêma Kurdistanê, ji heman îmtiyazên girtiyên Îraqê sûdê wergirin.

Ji bo wê mebestê, Wezareta Karû Barên Şehîdan hat erkdarkirin ku li gel Dezgeha Girtiyên Siyasî ya Îraqê berdewamiyê bide gotûbêjan da ku mekanîzmayekê ji bo xerciyên şayîsteyan ji aliyê Bexdayê ve bibînin ku li gorî Madeya 132yan a Destûrê erka hikûmeta federal e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst