Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku di 10ê Adarê di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de peyman hatibû îmzekirin, niha di pêkanîna wê de pirsgirêkên mezin derketine.
Li gorî berpirsan Şam peymanê wekî teslîmbûna HSDyê şîrove dike lê êrişên dawî yên li Siwêdayê pozîsyona HSDyê di dan û standinan de bihêztir kiriye.
Ji bo çareserkirina nakokiyan, hewldanên navneteweyî dest pê kirine û tê payîn ku Ebdî û Şer bi navbeynkariya Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Parîsê bicivin.
Salih Muslim: Ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin
Berdevkê Kar û Barên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ragihand ku Hikûmata Şamê pêbendî peymanê nebûye û dixwaze HSDyê bi awayekî yekalî bixe bin kontrola xwe.
Salih Muslim ji medyaya Rêveberiya Xweser re got:
"Ew ji HSDyê re dibêjin, 'Werin tevlî Wezareta Parastinê bibin' lê di rastiyê de ne dewleteke rewa heye û ne jî hikûmeteke piralî.
Heta van dawiyan jî HSDyê bi tena serê xwe şerê bermahiyên DAIŞê dikir.
Piştî ku HSDyê ew têk birin, wan ew kes (bermahiyên DAIŞê) kom kirin û birin Şamê.
Niha jî dibêjin, 'Dê ev kes bibin berpirsiyarên we û hûn dê bikevin bin fermana wan.'
Ev yek tiştek e ku bi ti awayî nayê qebûlkirin."
Şam peymanê wekî çekdanînê dibîne
Berpirsê Platforma Defacto ya Diyalogê ya Şamê Şêrwan Yûsif ji Rûdawê re ragihand ku pirsgirêka sereke di şîrovekirina peymanê de ye.
Yûsif got, "Birêveberiya Sûriyeyê dixwaze HSD xwe teslîmî wê bike û çekan deyne lê HSD dixwaze wekî hêzeke serbixwe û bi navê xwe tevlî artêşa Sûriyeyê bibe ne ku dawiyê li hebûna xwe bîne."
Li gorî gotina Yûsif, zextên Tirkiyeyê jî di derketina van pirsgirêkan de roleke girîng dilîzin.
Hewldanên navneteweyî ji bo çareseriyê
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şam û Qamişloyê hewldanên navneteweyî jî berdewam dikin.
Şêrwan Yûsif eşkere kir ku tê payîn bi navbeynkariya Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer li Parîsê bicivin.
Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemedê jî diyar kir ku îhtîmala wê yekê heye ku hevdîtina sêalî di navbera Ehmed Şer, Mezlûm Ebdî û Emmanuel Macron pêk were.
Li aliyê din, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tomas Barrack jî hewl dide mekanîzmayeke nû ji bo pêkanîna peymanê bibîne û beriya bi 3 rojan bi Mezlûm Ebdî re civiyabû.
Berpirsê Platforma Defacto ya Diyalogê ya Şamê di dawiyê de bal kişand ser êrişên dawî yên li ser Durziyên Siwêdayê û tekez kir ku van êrişan rola Hikûmeta Sûriyeyê lawaz kiriye û di heman demê de destê HSDyê yê di diyalogê jî de xurttir kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse