Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û ragihand ku ew pabend in bi lezkirina entegrekirina HSDyê di nav dewleta Sûriyeyê de.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer daxuyaniyek belav kir.
Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Spas ji Serok Trump re ji ber serokatiya wî ya li ser Sûriyeyê û ji ber ku derfet mezinbûnê da gelê Sûriyeyê.
Min nû bi Balyoz Tom Barrack re pêwendiyeke telefonî ya hêja pêk anî ji bo nîqaşkirina encamên civîna bi Serok Şer re ya li Koşka Spî û pabendiya me ya ji bo lezkirina entegrasyona HSDyê di nav dewleta Sûriyeyê de.
Tevlîbûna Sûriyeyê ya li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê gaveke bingehîn e ji bo xurtkirina hewlên hevpar û piştgirîkirina destpêşxeriyên ku armanca wan têkbirina mayînde ya DAIŞê û rakirina gefa wê ya li ser herêmê ye.
Em bi hevkarên xwe re di nav hevahengiyeke nêzîk de bi xîret dixebitin da ku ji bo gelê xwe yê di nav Sûriyeyeke yekgirtî de, ber bi paşerojeke geştir û ewletir ve pêş bikevin."
Thank you to President Trump @POTUS for his leadership on Syria and for giving the Syrian people a chance for greatness.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) November 11, 2025
I just had a wonderful phone call with Ambassador Tom Barrack @USAMBTurkiye to discuss the outcomes of the meeting with President Al-Sharaa in the White House…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse