Hewlêr (Rûdaw) - Li gel domandina şerekî dijwar li Kurdistanê, medyaya cîhanî tenê nakokiyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.
Ev yek sedemek e ku dema tu wekî rojnamegerekî serdana Kurdistanê dikî, ew bi germî te pêşwazî dikin.
Ji aliyekî din ve, Kurd wekî mirovên gelekî dilovan û vekirî tên dîtin. Ew deriyê xwe ji mêvanan re nagirin.
Ev yek di wê demê de bû ku em li eniyên şer çûn serdana serkirde û pêşmergeyan.
Hemû li rêzê disekinîn da ku ez wêneya wan bigirim û ez karibim qala zehmetiyên jiyan û xebata wan bikim.
Daxwaza wan ew bû ku êdî wekî welatiyên pile du miamele bi wan re neyê kirin.
Yekî ji wan got, "Xelkê Ereb ne dijminê me ye, belkî rejîma Bexdayê dijminê me ye. Divê em rejîma Beasê birûxînin.
Paşê em dê mil bi milê Ereban li Îraqê welatekî demokratîk ava bikin ku ji aliyê pergaleke ku gel hilbijartiye ve were birêvebirin. Rejîma Beasê ti carî newêriye hilbijartinan bike."

60 hezar leşker li beramberî 50 hezar pêşmergeyan
Ev salek e di navbera pêşmergeyên Kurd û rejîma Îraqê de li bakurê Îraqê (Başûrê Kurdistanê) şerekî giran heye.
Îraqê nêzîkî du li ser sêyê artêşa xwe bi kar aniye; ango zêdetirî 60 hezar leşker li beramberî nêzîkî 50 hezar pêşmergeyan.
Yekitiya Sovyetê bi çek û çavdêriya leşkerî piştgiriyê dide artêşa Îraqê.
Lê Kurd ji aliyê Îranê ve tên alîkarîkirin ku rikebera cîrana xwe Îraqê ye.
Em dikarin bibêjin ew şerê ku li çiyayên Kurdistanê tê kirin, dijwartirîn şerê niha yê cîhanê ye.
Îraq bi hemû hêza xwe, bi bombe, topên giran û cebilxaneya xwe bi berdewamî li çeperên pêşmergeyan dixe.
Her ji destpêka şer ve wan napalm û bombeyên şewitîner bi kar anîne.
Di demên dawî de Kurdan jî çekên modern ên wekî roketên tankşkên û topên navîn bi dest xistine.

Naxwe şer li ser çi tê kirin?
Şer xwedî dîrokeke dirêj e. Her ji salên sihî (1930î) ve Kurd dest bi serhildanê kirine û daxwaza otonomiyê dikin.
Êdî ji wê demê ve çendîn caran rûbirûyî artêşa Îraqê bûne û daxwaza mafên xwe yên neteweyî dikin.
Hejmara Kurdan li Rojhilata Navîn digihîje nêzîkî 14 milyon kesî.
Ew li ser welatên Tirkiye, Sûriye, Îran û Îraqê dabeş bûne.
Hejmara Kurdên li Îraqê nêzîkî 2 milyon û 500 hezar kes e.
Ew xwedî ziman, çand û dîrokeke hevpar in. Berê Kurdistan bi pileya yekem civakeke eşîrî û derebegî bû.
Lê ji ber bipêşketina pîşesaziya petrolê û herêmên Kurdî yên dewlemend bi kanzayan, kapîtalîzm hêdî hêdî zextê li têkiliyên derebegiyê dike û wan ji hev dixe.
Xebata neteweyî bûye sedem ku eşîrên rikeber bibin yek.
Kurdan li Îraqê ji aliyê siyasî û çandî ve azadiyeke berfireh bi dest xist û ji bo wê yekê jî xebateke dijwar kirin.

"Em nikarin bêyî piştgiriyê hebûna xwe biparêzin"
Sedema destpêkirina vî şerê dawî, dîrokeke aloztir heye.
Bi kurtî em dikarin bibêjin ku rejîma Îraqê nedixwest hemû xalên Peymana Aştiyê ya sala 1970yî bi cih bîne.
Her wiha çendîn caran hewl da ku serkirdeyekî siyasî yê Kurdan ji nav bibe. Îro xebata Kurdan ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Serokê wê Mistefa Barzanî ve tê birêvebirin.

Partî xwe wekî partiyeke sosyaldemokrat nîşan dide û di bernameya xwe de dijberiya xwe ya li hemberî derebegî û emperyalîzmê ragihandiye.
Sedema ku Kurdan piştgiriya "rejîma zordar a Şah" qebûl kiriye, bi wê yekê ve girê didin ku bêyî wê piştgiriyê "nikarin hebûna xwe biparêzin."
Ew dipirsin, 'Gelo ma divê em mirovên îdealîst bin, deriyê xwe ji alîkariyan re bigirin û bi wî awayî ber bi tunebûnê ve biçin?'
Wêne: Lars Hasslemark
Nivîs: Goran Lundin
Wergera ji Swêdî bo Soranî: Kawe Emîn Gulçîn
Çavkanî: Kovara Aktuell Fotografi, Hejmar 3, Adara 1975an

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse