Farqîn - Bi malbata xwe re çû seyranê lê di çem de xeniqî

11-05-2025
RÛDAW
Nîşan Pira Malabadê Çemê Malabadê Mazlûm Kiliç Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Farqînê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 15 salî yê ku ket Çemê Malabadê xeniqî.

Mazlûm Kiliçê 15 salê yê ku bi mlabata xwe re ji bo seyranê çûbûn nêzî Pira Malabadê ya dîrokî şemitî û ket çem.

Kiliç piştî demekê di çem de ji ber çavan winda bû û hewildanên kesên derdorê yên ji bo rizgarkirinê jî bê encam man.

Li ser agahdarkirinê, cendirme, AFAD, tîmên rizgargirinê yên binavê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebatên tîman de termê Mazlûm Kiliç hat dîtin û ji avê hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê termê Mazlûm Kiliç bir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst