Li Silêmaniyê darbenda înşeatê ket: 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan

11-06-2023
RÛDAW
Di bûyerê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dane û karkerek jî bi giranî birîndar bûye.
Di bûyerê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dane û karkerek jî bi giranî birîndar bûye.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Silêmaniyê li înşaetekê darbenda vîncê ket xwarê û ji 8 karkerên ku di bin darbendê de mabûn, 3 kes jiyana xwe ji dest dan û yek jî bi dijwarî birîndar e.

Serokê Sendîkaya Karkeran li Silêmaniyê Çalak Reûf ji Rûdawê re ragihand, li Taxa Raperîn a Silêmaniyê darbenda vînca ku 8 karker li ser dixebitîn ket xwarê.

Çalak Rauf diyar kir ku di bûyerê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dane û karkerek jî bi giranî birîndar bûye.

Cenazeyên karkerên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan bo beşa morgê ya nexweşxaneyaê hatin veguhestin û karkerê birîndar jî tên dermankirin.

Çalak Rauf anî ziman ku ew lêkolîn dikin ka di qezayê de îhmal heye yan na.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku karkerên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne ew kes in ku ji Mûsilê hatine ser kar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst