Cevdet Yilmaz: Em dê herêmên erdhejê ava bikin

11-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz ragihand, erdhejê bandor li Çewligê jî kiriye û divê tedbîrên pêwîst bêne wergirtin.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz, îro Yekşemê 11ê Hezîranê serdana bajarê xwe parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê kir. Yilmaz di dema serdana xwe de ligel esnafan axivî û beşdarî “hevdîtina gel” bû.

Yilmaz dibêje, sozên ku di programa hilbijartinê de nivîsandine yek bi yek cîbicî dikin û karê pêşekî yê hikûmeta wan avadankirina herêmên erdhejê ye.

Yilmaz, ji bo bajarê xwe Çewligê jî ku li ser xeta erdhejê ye banga wergirtina tedbîrên pêwîst kir û ragihand, di 20 salên dawî de %75ê avahiyên bajarê Çewligê ji nû ve ava kirine.

Cevdet Yilmaz wiha got: “Li 11 bajarên me wêrankariyeke zêde çêbû û bandor li gelek bajarên me jî kir, ku Çewlîg di nav de bû. Di heyama nû de, karê me yê herî mezin ê pêşekî pêçana birînên li herêmên erdhejê ye. Di vê mijarê de di serî de Serokkomarê me, çi bikeve ser milê me hemûyan, em dê heta dawiyê bikin. Birayên min ên hêja, divê Çewlîg jî di vê mijarê de baş bifikire û nîqaş bike. Ji ber ku em li erdnîgariyekê ne, ku du xetên erdhejê digihêjin hevûdu. Tekez divê em li vê erdnîgariyê tedbîran werbigrin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst