Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Çep a Almanyayê piştî ku beşdarî merasîma îmhakirina çekan a komeke gerîlayên PKKyê bû ragihand ku divê Hikûmeta Almanyayê PKKyê ji lîsteya terorê derxîne.
Gerîlayên PKKyê li Şikefta Caseneyê yê Silêmaniyê çekên xwe şewitandin.
Di merasîma îmhakirina çekan Koma Aştî û Civaka Demokratîk de Hevseroka Konseya Birêvebir a (KCK) Besê Hozat û komeke gerîla cih girt.
Merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bi dema Kurdistanê saet di 11:25an de dest pê kir û saet di 11:45an de bi dawî bû.
Ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek siyasetmedar û kesayet beşdarî merasîma danîna çekan a gerîlayên PKKyê bûn.
Ji welatên Ewropayê jî hejmarek siyasetmedar beşdarî merasîma çekdanînê bûn.
Partiya Çep a Almanyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokê Partiya Çep Jan van Aken îro beşdarî merasîma îmhakirina çekan a gerîlayên PKKyê bûye.
Serokê Partiya Çep a Almanyayê Jan van Aken anî ziman:
“Ji îro û pê ve ji bo aştiya di navbera Tirkiye û tevgera Kurdî de hêviyeke nû heye.
30 şervanên Kurd li Bakurê Îraqê ya Kurdî çekên xwe şewitandin.”
Komeke gerîlayên PKKyê li Şikefta Caseneyê ya di nava sînorên navçeya Dûkanê ya parêzgeha Silêmaniyê de wekî “nîşaneya niyetpakiyê” ya ji bo serxistina pêvajoya çareseriyê bi merasîmekê çekên xwe şewitandin.
Serokê Partiya Çep a Almanyayê Jan van Aken got:
“PKK bi awayekî cidî li pêvajoya aştiyê dinêre û ev jî piştî 47 salên şerê navxwe ye.
Niha divê qedexeya li ser PKKyê ya li Almanyayê were rakirin.
Divê hikûmeta federal her tiştî bike da ku piştgiriyê bide aştiya li Tirkiye û herêmên Kurdan.”
Di merasîma îro de 30 gerîlayan ku di nava wan de Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Besê Hozat û sê berpirsên din ên payebilind hebûn çekên xwe şewitandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse