Hewlêr (Rûdaw) - Serokê YNKyê Bafil Talebanî li ser çekdanînê got, "Çekdanîna endamên PKKyê ya li parêzgeha Silêmaniyê ber bi destpêkirina qonaxeke nû li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rêya diyalog û aştiyê gaveke dîrokî ye."
Îro komeke gerîlayên PKKyê li Şikefta Caseneyê çekên xwe danîn.
Di merasîma îmhakirina çekan de ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk, Hevseroka Konseya Rêveber a (KCK) Besê Hozat û komeke gerîla cih girt.
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî derbarê çekdanîn daxuyaniyek belava kir:
Bafil Talebanî di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Çekdanîna endamên PKKyê ya li parêzgeha Silêmaniyê gaveke dîrokî ye ber bi destpêkirina qonaxeke nû li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rêya diyalog û aştiyê.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi temamî bawer dike ku xwînrijandin dê pirsgirêkê kûrtir bike û niha dem hatiye ku çek bêdeng bibin û biçin ser maseya dan û standinan da ku mafên rewa yên hemû aliyan werin bidestxistin.
Em hewlên xwe ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê didomînin û di heman demê de serbilind in ku aştiya Serok Mam Celal bingeha wê danîbû îro tê bicîhanîn.
Em hêvî dikin, ev gav bibe destpêka qonaxeke nû di normalîzekirina têkiliyên navbera aliyan de û bandoreke rasterast li ser xurtkirina aramiya Herêma Kurdistanê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse